Balafirên bombebaranê yên Amerîkayê gihiştin Tirkiyeyê

Balafirên bombebaranê yên B-1B ên Amerîkayê gihiştin Baregeha Esmanî ya Încîrlikê ya li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê.

01.11.2023, Çar - 08:58

Balafirên bombebaranê yên Amerîkayê gihiştin Tirkiyeyê
Nuçe Belav bike

Balafirên bombebaranê yên B-1B ên Amerîkayê gihiştin Baregeha Esmanî ya Încîrlikê ya li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê.

Binkeya Esmanî ya Încîrlîkê şeva borî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Balafirên bombebaranê yên B-1B ên Amerîkayê bi armanca perwerde û veguhestina sotemeniya balafiran hatien balafirgehê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, bi armanca perwerdeya esmanî ya hevahengiya balafirên Amerîkî yên B-1B ên bombebaranê, tankên Asena KC-135R û balafirên F-16 bi artêşa Tirkiyeyê re hatine entegrekirin.

Fermandarê 9emîn EBS a Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Stillwell got:

“Xebatên tîman ên ku me bi hevbeşên xwe yên Hêzên Esmanî yên Tirk re kirin, xebatên hevbeş ên hêzên esmanî yên NATOyê û profesyoneliya wan nîşan dan.”

Alîkarê Fermandarê 39emîn Baregeha Esmanî ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Robert Schoeneberg got:

“Em bi kelecan in ku piştgiriya operasyona veguhestina sotemeniya germ a Încîrlikê dikin.

Ev şiyanên bêmînak û girîngiya stratejîk a Încîrlikê nîşan didin.”

Hejmara balafirên ku gihîştine Tirkiyeyê nehatiye diyarkirin.

Lê tiştê balkêş ew e piştî ku Amerîkayê li dijî Hemasê piştgiriya xwe ji Îsraîlê re ragihand, balafirên bombebaranê yên Amerîkayê çûne Baregeha Esmanî ya Încîrlikê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:05:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x