Balafirên Tirkiyeyê careke din Gare, Metîna, Xakurk û Qendîl bombebaran kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafirên Tirkiyeyê 16 armancên PKKyê yên li Gare, Metîna, Xakurk û Qendîlê bombebaran kirine.

02.12.2023, Cts - 07:11

Balafirên Tirkiyeyê careke din Gare, Metîna, Xakurk û Qendîl bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê derbarê bombebaranê de li ser hesabê xwe ya medayaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku balafirên wan ên şer demjimêr 18.30ê êvara doh navçeyên Gare, Metîna, Xakurk û Qendîlê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebarankirine.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di wan bombebaranan de 16 armancên PKKyê hatine jinavbirin ku ji şikeft, sitargeh û binkeyên PKKyê pêk tên.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku wan ew operasyona hewayî ya di nav axa Herêma Kurdistanê de li gorî madeya 51emîn a peymana Neteweyên Yekbûyî, “di çarçoveya mafê rewa yê xwe parastinê” de pêk anîne.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKyê ye di daxuyaniya xwe ya herî dawî ya 27ê Çiriya Paşîn de ragihandibû ku gerîlayên wan di 48 demjimêrên borî de li Zap û Avaşînê 8 caran êrişî leşkerên Artêşa Tirkiyê kirine.

HPGyê da zanîn ku di wan êrişan de 2 leşker hatine kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:16:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x