Berbijêrê Partiya Çepên Kesk Muslum Koyun hat girtin

Berbijêrê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Eskîşehirê Muslum Koyun bi hincete “emdambûna rêxistina terorê” hat girtin.

04.05.2023, Per - 08:21

Berbijêrê Partiya Çepên Kesk Muslum Koyun hat girtin
Nuçe Belav bike

Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, di 30'yê Nîsanê de li Eskîşehîr, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Îsparta, Hatay, Qeyserî û Çanakkaleyê 30 Nîsanê di operasyona hemwext a li dijî Partiya Komînîst Lenînîst Marksîst (MLKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de 23 kes hatibûn desteserkirin.

Ji wan kesên hatine desteserkirin, Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Eskişehîrê Muslum Koyun û 3 kesên din bi hincete “emdambûna rêxistina terorê” hat girtin.

Herwiha li 7 kesan jî cezayê hepsa malê hat birîn.

Hat zanîn ku Deniz Konak, Sadrettîn Polat, Bedran Çogaltay û Alperen Aktaş jî bi merca kontrolkirina edlî hatin berdan û derbarê 13 kesan de jî lêpirsîn berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:04:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x