Çavûşoglu: Trump soz da ku êdî çek nede YPG'ê!

Serokê Amerîkayê Donald Turmp û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro pêwendiyeke telefonî encam dan.

25.11.2017, Cts - 06:49

Çavûşoglu: Trump soz da ku êdî çek nede YPG'ê!
Nuçe Belav bike

Li ser naveroka vê pêwendiya telefonî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniyekê de hin zanyarî aşkere kirin.

Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku Trump bi vê pêwendiya telefonî de bi zelalî ji Erdogan re gotiye, ku êdî ji niha pê ve Amerîka çekan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re naşîne.

Çavuşoglu diyar kir, ku Erdogan bi awayekê zelal û aşkere ji Trump re gotiye, ku ew ji alîkarên leşkerî yên Amerîkayê bo YPGê û dana çekan bi wan nerazî ne û tekezî li ser nêrîna Tirkiyê ya di vê bareyê de kiriye.

Bi gotina Çavuşoglu, Erdogan û Trump li ser çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê axivîne û Erdogan cardin tekezî li ser helwesta Tirkiyê ya derbarê YPGê de kiriye, ku nabe beşdarî ti civînên têkildarî çareserkirina krîza Sûriyê bibe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekez kir, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiya telefoniya îro de bi zelalî ji Serokomar Erdogan re gotiye, ku êdî ji niha pê ve ew çek nadin YPGê û diyar kiriye, ku diviyabû berî niha dawî bi wê yekê bihatiba.

Li ser wê yekê aliyê Amerîkî hêj ti daxuyanî nedaye û hêj ew zanyarî bi fermî ji aliyê Amerîkayê ve nehatiye piştrastkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje bi helwest û nêrînên Tirkiyê, Amerîka û Rûsyayê yên derbarê krîza Sûriyê de kir û destnîşan kir, li ser Sûriyê û çareseriya siyasî li Sûriyê hem bi Amerîkayê re û hem bi Rûsyayê re nêrînên wan ên hevbeş hene, lê belê hin nêrînên wan ên cuda jî hene.

Mevlut Çavuşoglu razîbûna Tirkiyê ji helwesta nû ya Trump a derbarê YPG'ê de anî ziman û got: “Em çawan ku heta niha aciz bûn ku çek didan YPG'ê, rêxistina ku gefê li me dike û gefê li yekîtiya Sûriyê dike, em niha spasdar in.”

Çavuşoglu amaje bi hevdîtina lûtke ya Soçî ya di navbera her sê serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de jî kir û tekez kir, ku Enqerê di çaçroveya hevdîtina Soçî de jî bi zelalî helwesta xwe derbarê YPGê de gihandiye Rûsayê û Îranê. Çavuşoglu got: “Me li Soçiyê jî tekez kir, aliyên ku yekparçeyiya axa Sûriyê û yekîtiya Sûriyê dixin metirsiyê, nabe ku beşdarî civînan bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:08:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x