Çavuşoglu: Divê Swêd û Finland hinek gavên pratîk bavêjin

Li Bukreşa paytexta Romanyayê, 29-30ê Mijdarê civîna wezîrên derve yên welatên endamê NATOyê tê sazkirin.

29.11.2022, Sal - 08:49

Çavuşoglu: Divê Swêd û Finland hinek gavên pratîk bavêjin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, dê li Romanyayê di çarçoveya civîna wezîrên derve yên welatên endamê NATOyê de ligel wezîrên derve yên Swêd û Finlandê civîneke sê alî bikin.

Li Bukreşa paytexta Romanyayê, 29-30ê Mijdarê civîna wezîrên derve yên welatên endamê NATOyê tê sazkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berî biçe Bukreşê derbarê endamtiya Swêd û Finlandê û rêkeftina sê alî ya di navbera Tirkiyê û wan her du welatan de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Çauvuşoglu got: “Her çiqas piştî civîna ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg a li Stenbolê hinek gavên erênî hatin avêtin jî, di civîna sê alî de biryar hat dayîn ku xebat bên berdewamkirin. Em dê li Bukreşê ligel wezîrên derve yên Swêd û Finlandê civîneke sê alî bikin. Hinek berpirsiyariyên di girêbestê de bicih anîn, hinek bicih neanîn. Divê hinek gavên pratîk bavêjin. Daxwazên radestkirin û derxistina yasayan bicîh neanîn. Divê parlamento û gelê me razî bibe. Serokkomarê me ji Serokwezîrê Swêdê re ev tişt gotin. Bi kurtî pêvajo erênî diçe lê hê jî gavên divê bên avêtin hene.”

Çavuşoglu dibêje pirsgirêkên wan ên zêde ligel Swêdê ne û ligel Finlandê pirsgirêkên wan ên mezin nînin. Çavuşoglu got: “Pirsgirêkên me zêdetir bi Swêdê re hene, lê her du welat û NATO dibêjin, li hember me bi yek awayî tevbigerin. Ya rast welatê ku divê gavên zêdetir bavêje Swêd e.”

Tirkiye, Swêd û Finlandê, 28ê Hezîrana 2022an bi amadebûna serkirdeyên her sê welatan li ser proseya endamtiya Swêd û Fînlandê ya NATOyê memorandûmeke sê alî îmze kiribûn.

Li gor rêkeftina sê alî, Tirkiye dê endamtiya Swêd û Fînlandê ya NATOyê qebûl bike, Swêd û Fînlandê jî ragihandin ku li hember vê yekê piştgiriya xwe bo PYD û YPGê vekişandine. Herwiha her du welatan biryara rakirina qedexeya çekan a li ser Tirkiyê jî dabûn.

Tirkiye ji her du welatan daxwaza radestkirina hejmarek Kurd, ku beşeke wan wek “endamê PKKê” tohmetbar dike û hejmarek endamên Cemaeta Gulen dike. Her du welat ji bo zelalkirina rewşê û rastiyan ji Tirkiyê daxwaza dosyeyên kesên daxwazkirî dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:22:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x