Çavuşoglu: Em destûrê nadin ku PKK li Sûriye û Iraqê bi cih bibe

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku "Em rê nadin PKK, PYD, YPG li Sûriye û Iraqê bi cih bibin."

13.12.2022, Sal - 06:59

Çavuşoglu: Em destûrê nadin ku PKK li Sûriye û Iraqê bi cih bibe
Nuçe Belav bike

Civîna Parlemantoya Tirkiyê ya di derbarê budceya 2023ê de ev çend roj in berdewam dike. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civînê de mijarên di rojevê de û pêşhatên navçeyê nirxandin û di gotara xwe ya li parlemantoya Tirkiyê de got, pêwendiyên wan li gel hikûmeta Surî berdewam dikin.

Mevlut Çavuşoglu têkildarî pêwendiyên Tirkiyê yên li gel Surî û Iraqê axivî û got: “Di rûbirûbûna li dijî terorê de em dixwazin bi hev re kar bikin.”

Çavuşoglu eşkere kir ku li Surî ev demeke bi rêya îstîxbaratê hevdîtinên wan bi hikûmeta wî welatî re hene û got: “Hikûmet nêzîkatiyek erênî nîşan bide di rûbirûbûna terorê, pêvajoya siyasî û vegerandina penaberên Surî de em dikarin bi hev re kar bikin; Wekî din nayê fikirîn.”

Bi gotina Çavuşoglu ew heman siyasetê li Iraqê jî dimeşînin û ew dibêje: “Em her tim ji Bexda û Hewlêrê re dibêjin em amade ne di mijara rûbirûbûna terorê de bi hev re kar bikin. Me heman peyam gihand hikûmeta nû ya Iraqê jî. Muxatab guh bidin bangewaziyên me em dê bi hev re bimeşin û bi hevre tekoşîna li dijî terorê bimeşînin. Lê ger bê helwest bin, emê bi xwe navika xwe bibirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got: “Em destûrê nadin ku PKK/YPG li Sûriye û Iraqê bicih bibe. Kî çi bêje bila bibêje, em dê tiştên ku dizanin bikin. Em dê rastiya têkoşîna xwe bidomînin. Em ji muxatabên xwe re dibêjin ku hûn dê şertên peymana 2019an pêk bînin an jî çi hewce bike em dê bikin.

PKK/YPG'nin Suriye ve Irak'ta barınmasına müsaade etmeyeceğiz. Kim ne derse desin biz bildiğimizi yapacağız. Mücadelemizin haklılığını anlatmaya devam edeceğiz. Muhataplarımıza da 2019 mutabakat şartlarını yerine getirirsiniz ya da biz gereğini yaparız diyoruz.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 881 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:21:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x