CHP li ser gotinên Elçî: Nêrîna şexsî ye û partiya me eleqedar nake

Berdevkê Partiya Gela Komarî (CHP) Faîk Oztrak derbarê gotinên Serşêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê parêzer Nuşîrevan Elçî yên di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de, ragihand ku ew nêrîna Elçî bixwe ye û bi ti awayî partiya wan eleqedar nake.

05.01.2023, Per - 07:24

CHP li ser gotinên Elçî: Nêrîna şexsî ye û partiya me eleqedar nake
Nuçe Belav bike

Berdevkê Partiya Gela Komarî (CHP) Faîk Oztrak derbarê gotinên Serşêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê parêzer Nuşîrevan Elçî yên di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de, ragihand ku ew nêrîna Elçî bixwe ye û bi ti awayî partiya wan eleqedar nake. Elçî li ser pirseke derbarê dayîna mafên Kurdan ji aliyê CHPê ve gotibû: “Wek ku tê gotin bihêzkirina rêveberiyên herêmî, êdî dikare navê xweserî bibe yan jî tiştekî din be. Ji xwe divê ev bê guhertin.”

Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu, parêzer Nuşîrevan Elçî di hevpeyvînekê de bi Nûnerê Rûdawê yê Enqerê Şewket Herkî re derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de nirxandin kirin.

Elçî li ser pirsa “Niha çi projeyeke CHPê ji bo mafên neteweyî yê Kurdan heye? Yanî li ber CHP çi heye ku mafên Kurdan ên neteweyî zêdetir bibin?” gotibû: “Helbet proje hene. Wek ku tê gotin bihêzkirina rêveberiyên herêmî, êdî dikare navê xweserî bibe yan jî tiştekî din be. Ji xwe divê ev bê guhertin. Komkirina hemû hêz û derfetan li cihekî ji destpêkê ve xelet bû.”

Ev hevpeyvîna Rûdawê ya ligel Nuşîrevan Elçî di nav siyeseta Tirkiyê de bû sedema karvedanan û malperên nûçeyan û kanalên televizyonan ên li Tirkiyê gotinên wî weke “Divê desthilatdariya Tirkiyeyê were belavkirin. Divê avahiya dewletê ya heyî bê guhertin” wergerandin û ew kirin armanc.

Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) Faîk Oztrak roja Çarşemê 4ê Kanûna 2023an, di civîneke çapemeniyê de derbarê van gotinên Nuşîrevan Elçî de axivî.

Faîk Oztrak derbarê gotinên Elçî û karvedanên piştî hevpeyvîna wî ya ligel Rûdawê de got: “Ez bi eşkere bibêjim, her gotineke din a ji bilî serokê giştî yê partiya me, weke berdevkê partiyê min û yên wekîlên serokên fraksiyona me, nêrîna şexsî diyar dike. Ev bi ti awayî partiya me eleqedar nake. Şêwirmendê peywendîdar diyar kiriye ku ev mijar di rojeva me de nîne.”

Piştî ku ev mijar bû rojev, Elçî roja 2ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û wiha gotibû: “Gotinên min ên di hevpeyivînekê de ji çarçoveya naveroka wateya xwe tên dûrxistin û nîqaşkirin. CHP ji berê de xurtkirina rêveberiyên herêmî û bidawîkirina pêkanînên qeyûmê diparêze. Mebesta min ji gotina 'ji nû ve avakirina dewletê' ku min di hevpeyvînê de bikar anî, ew e ku bi avakirina dewleta hiqûqê ya ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye rûxandin, rê li ber 85 milyon mirovên li welêt dijîn, li ser bingeha hemwelatiya wekhev bi hev re bijîn veke ye.

Beyanên min ên xweserî û nîqaşên bi vî rengî di rojeva partiya me de nenebûne. CHP dê azadiya ramanê ji bo her kesî bîne welatê me. Hewldana derxistina wateyeke din ji gotinên min, nêzîkatiyeke xerab e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 528 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:38:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x