Dadegeha Destûrê li ser daxwaza paşxistina doza girtina HDPê dicive

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli dibêje, divê dadgeh biryara daxistina HDPê bo piştî hilbijartinan nehêle û di zûtirîn dem de cîbîcî bike. Ev di dekemê de ye ku Dadegeha Destûrê li ser daxwaza paşxistina doza girtina HDPê dicive û Berpirsên HDPê ji Dadgeha Destûrê daxwazkirine girtina partiya wan bo piştî hilbijartinan bihêle. Çavê HDPê û dengdêrên wê li ser biryareke nû ya dadgehê ye.

25.01.2023, Çar - 07:09

Dadegeha Destûrê li ser daxwaza paşxistina doza girtina HDPê dicive
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê roja Dûşemê bi fermî 14ê Gulanê wek dîroka hilbijartinan ragihand. Lê ji bo wan hilbijartinan çend astengiyên mezin li pêşiya HDPê ne, ya herî sereke jî doza girtinê.

Berpirsên HDPê ji Dadgeha Destûrê daxwazkirine girtina partiya wan bo piştî hilbijartinan bihêle. Lê Serokê MHPê Devlet Bahçeli dibêje divê ew dadgeh vê biryarê bo piştî hilbijartinan nehêle û di zûtirîn dem de cîbîcî bike .

Serokê MHPê Devlet Bahçeli got: “Dadgeha Bingehîn a Destûrê dê hevdîtinên li ser xwîna şehîdên me jî bihêle piştî hilbijartinê. Divê HDP demildest bê girtin, bêyî dem bi ser de biçe.”

Hevserokê HDPê Mîthata Sancar jî di civîna firaksiyona partiya xwe de bersiva gotinê Bahçelî da û ew bi destwerdana di karên dadgeha destûrê de tohmetbar kir.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî got: “Îro şîrîkê biçûk ê desthilatê, li vir cardin axivî. Fermanan bo Dadegaha Destûrê dişîne. Dest ji fermanê berdin bi aweyek eşkere gefan li dadgeha destûrê dixwe. Êdî tiştek bi navê destûrê nemaye. Derbarê binpêkirina destûrê de ti guman û tirseke wan nîne ji ber ku rizgarbûna wan di bê hiquqi û zordariyê de ye.”

HDP 15ê Cotmeha 2012an hatiye damezrandin û di hilbijartinên sala 2018an de ji sedî 11.70ê dengan bidestxistin. Piştî hewla darbeya leşkerî di sala 2016an de, hikumeta Tirkiyê dest bi desteserkirin û girtina endam û serkirdeyên HDPê kir û li gor berpirsên wê partiyê ji sala 2016an ve zêdeyî 10 hezar endam û berpirsên HDPê hatine destserkirin. Di Hezîrana sala borî de jî Dadegaha Destûra Tirkiyê bi hinceta peywendiyên ligel PKKê doza girtinê li dijî HDPê vekir. Di navbera salên 2020-2021an de ji 65 serokên şaredariyên HDPê qeyûm li şûna 48 ji wan hatin damezrandin.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê roja Pênçşmê 26ê vê mehê li ser daxwaza HDPê ya paşxistina girtina partiyê dicive. Çavê HDPê û derdora 6 milyon dengdêrên wê jî li benda biryareke vê dadgehê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:46:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x