Dadgeha Destûrê serlêdana Osman Baydemir red kir

Serlêdana Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir bi armanca betalkirina cezaya ji ber peyva “Kurdistanê” bi hinceta ku ne di desthilata wan de ye ji aliyê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ve hat redkirin.

20.01.2023, Cum - 12:58

Dadgeha Destûrê serlêdana Osman Baydemir red kir
Nuçe Belav bike

Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir, sala 2017an dema li Parlamentoya Tirkiyê bû di axaftineke xwe de got: “Ez nûnerekî ku ji Kurdistanê hatime û divê ev ban ê Tirk û Kurdan be.”

Piştî wê wekîla serokê parlamentoyê ji Baydemir pirsîbû: “Gelo Kurdistan kîderê ye?” Baydemir jî wek bersiv dilê xwe nîşan da û got: “Kurdistan ev der e.”

Wê demê li ser daxwaza wekîla serokê parlamentoyê cezaya derxistina ji hola parlamentoyê bo Baydemir hatibû xwestin û li ser dengdanê ceza bo Baydemir hat dayîn, ku beşdariya wî ya bo 2 civînên parlamentoyê hat qedexekirin.

Baydemir jî bi hinceta ku “cezakirina ji ber axaftinên di parlamentoyê de binpêkirina azadiya raderbirînê ye” serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû û daxwaz kiribû, ku ceza bê betalkirin.

Dadgeha Destûrê, serlêdana Baydemir nirxand û bi hinceta “cezaya ku bo wî hatiye dayîn a dîsîplînê ne di çarçoveya nirxandina darazî ya dadgeha wan de ye” serlêdan red kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:48:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x