Derbarê Umît Ozdag de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag de bi tohmeta handana xelkê ji bo kîn û dijmindariyê lêpirsîn hat destpêkirin.

02.12.2023, Cts - 09:54

Derbarê Umît Ozdag de lêpirsîn hat destpêkirin
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag de ku partiya wî li ser bingeha nijadperestiyê û dijayetiya koçberan hatiye avakirin, bi tohmeta “handana xelkê ji bo kîn û dijminatiyê û belavkirina zanyariyên şaş” lêpirsîn da destpêkirin.

Umît Ozdag biryara lêpirsîna ku li dijî wî hatiye vekirin, doh li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir.

Ozdag ragihand ku ew dê li ser helwêsta xwe ya li dijî koçberan berdewam be.

Serokê Partiya Zaferê di parvekirina xwe de Serokkomarê Tirkiyeyê jî etîket kir û got:

“Hûn nikarin min bi avêtina girtîgehê bitirsînin. Ji bo ku ev welat nebe Libnan û Sûriye em dê bi biryarî li ser têkoşîna xwe berdewam bin."

Derbarê gotinên Umît Ozdag ên sala 2021ê de bi tohmeta “handana xelkê ji bo kîn û dijminatiyê û belavkirina zanyariyên şaş” lêpirsîn hat destpêkirin.

Serokê Partiya Zaferê Ozdag berî çend rojan li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê daxuyaniyek dabû.

Ozdag di daxuyaniyê de gotibû, “Îzmîriyên xoşewîst, dagirkeriya koçberan a Îzmîrê berdewam e.

Dengê xwe bide Zaferê, Îzmîrê ji dagirkeriyê biparêze. Em dê di şopa Ataturk de welat û malbata xwe biparêzin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:51:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x