Derbarê biryara Îmamoglu de ji Erdogan yekem daxuyanî

Erdogan di Merasîma Vekirina projeya Avdaniya Deşta Dêrikê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, Rêya Midyad-Nisêbînê, ji bo Mehsertê û Kerboranê dayîna gaza xwezayî û projeyên din ên hatine qedandin de axivî

17.12.2022, Cts - 13:31

Derbarê biryara Îmamoglu de ji Erdogan yekem daxuyanî
Nuçe Belav bike

Erdogan di Merasîma Vekirina projeya Avdaniya Deşta Dêrikê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, Rêya Midyad-Nisêbînê, ji bo Mehsertê û Kerboranê dayîna gaza xwezayî û projeyên din ên hatine qedandin de axivî. Erdogan li ser biryara cezaya Ekrem Îmamoglu got, “Di van rojên dawî de li pişt firtûna ku li ser biryareke dadgehê radikin heman hişmendiya faşîst heye. Ti eleqeya vê ne bi me re, ne bi şexsê min re, ne bi miletê me re tine. Mijar li ser cezaya kesekî ye ku heqaret li dadgeran kiriye. Ne şerê fikran û ne jî şerê xizmetê heye. Pêvajoya darazê hêj neqediyaye, qedexe nîne. Tevlihevî ew e ku hewl didin ku pêvajoya darazê veguhere nakokiyên siyasî yên maseya 6 alî.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê 17ê Berfanbara 2022an li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîma vekirina çend projeyan kir û got, “Weke li gelek deverên welatê me, li Mêrdînê jî me lez da xebatên lêgerîna petrolê. Îro em sê bîrên xwe yên petrolê vedikin.”

“Me lez da lêgerîna petrolê li Mêrdînê, me 3 bîr kolandin”

Erdogan li ser xebatên petrolê jî got, “Me xebatên lêgerîna neftê li seranserî welatê xwe, wek li Mêrdînê lez dayê. Îro em 3 bîrên petrolê vedikin. Me li Mêrdînê binesaziya gaza xwezayî berfireh kir. Em xetên gaza xwezayî yên navçeyên me Mehsertê, Kerboran, Midyad, Stewr û Şemrexê vedikin.

Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi maliyeta xwe ya heyî bi veberhênana nêzî 2 milyar lireyî bi sedan projeyên binesazî û avahîsaziyê temam kir. Her wiha şaredariyên me yên Artuklu, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Midyad, Nisêbîn, Mehsertê, Stewr, Reşmîl jî di qadên berpirsyariya xwe de gelek proje qedandine. Em bi fermî vekirina van hemû veberhênanên şaredariyan li vir dikin.”

Navê Firokexaneya Mêrdînê tê guhertin

Erdogan diyar kir ku ew dê navê Firokexaneya Mêrdînê biguherin û got, “Niha me ji bo Firokexaneya Mêrdînê avahiyeke nû ya termînalê çêkir ku kapasîteya wê 3 milyon rêwî ne. Ez îro fikirîm, min got em navê Firokexaneya Mêrdînê bikin Firokexaneya Prof. Dr. Azîz Sancar ê Xelata Nobelê wergirtiye.”

Ji bo Kiliçdaroglu peyam

Erdogan anî ziman, “Kemal Beg tu dibêjî 6 salî, kezeba me dişewite. Ew karesateke din e ji xwe. Te li ser zarokên 10 salî, 11 salî, 12 salî, 13, 14 salî, ji bo Qendîlê têne revandin qet gotinek kiriye? We li ser wan zarokên ku ji aliyê wan rêxistinên terorîst ve hatine tacîzkirin hevokek gotiye? Hûn çûn serdana dayikên Amedê? Te helalî ji wan xwest?”

Cezayê qedexeya siyasetê û girtîgeha ku li Ekrem Îmamoglu hat birrîn

Erdogan li ser cezaya ku dadgehê daye Ekrem Îmamoglu jî got, “Di van rojên dawî de li pişt firtûna ku li ser biryareke dadgehê radikin heman hişmendiya faşîst heye. Ti eleqeya vê ne bi me re, ne bi şexsê min re, ne bi miletê me re tine. Mijar li ser cezaya kesekî ye ku heqaret li dadgeran kiriye. Ne şerê fikran û ne jî şerê xizmetê heye.

Li aliyekî em dikenin, li aliyê din jî xemgîn in. Em dikenin ku bi îdiaya gotinên derewîn îdiayan dikin. Em bi xemgînî dibînin ku hinek bi şêwaza lîstikên Bîzansê li ser me lîstikan dilîzin.

Li gorî xala 138 a Destûra Bingehîn, dadger bi awayekî serbixwe erkên xwe pêk tînin. Ne hewce ye ku em ji her biryara dadgehan hez bikin. Biryarên ku em rexne dikin jî hene lê ev maf nade wî ku biryarên dadgehê nas neke.

Pêvajoya darazê hêj neqediyaye, qedexe nîne. Tevlihevî ew e ku hewl didin ku pêvajoya darazê veguhere nakokiyên siyasî yên maseya 6 alî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:12:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x