Oral Çalişlar: Hikûmet û aliyê Kurd li ser pakêtekê bazarê dikin

Rojnameger û nivîskar Oral Çalişlar behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir û eşkere kir ku hikûmet û aliyê Kurd li ser pakêtekê bazarê dikin.

07.04.2025, Pts - 10:06

Oral Çalişlar: Hikûmet û aliyê Kurd li ser pakêtekê bazarê dikin
Nuçe Belav bike

Rojnameger û nivîskar Oral Çalişlar behsa hêviyên aliyên Kurd kir û got, “Aliyê Kurd niha tiştekî gelekî zelal nabêje lê dîsa jî difikire ku di dawiya pêvajoyê de dê pakêteke mezin were rojevê."

Rojnameger û nivîskar Oral Çalişlar ku di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an de endamê Heyeta Mirovên Aqilmend bû behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya nû kir.

Oral Çalişlar wekî mêvan beşdarî  Bultena Bakur Rûdawê bû û bersiva pirsên pêşkeşkara Rûdawê Sîma Abxizirê da.

Wî diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de hem hikûmet hem jî aliyê Kurd xwedî hêviyên curbicur in.

Çalişlar bi bîr anî ku hikûmet dixwaze PKK çekan dayne û xwe fesix bike û ji bo vê yekê dixwaze ku PKK kongreya xwe bicivîne.

Li gorî gotina nivîskar Çalişlar ji bo berdewamiya pêvajoyê daxwazên aliyên Kurd jî hene.

Rojnameger Çalişlar amaje bi gotinên Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakırhan kir û got:

"Li ser pakêtekê bazar tê kirin û xuya dike ku pêvajoya çareseriyê nêzîkî qonaxeke berbiçav bûye."

"Li rojava hewayeke dijî azadiyê hebe hûn dê çawa li rojhilat aştiyê pêk bînin?"

Oral Çalışlar tekezî li ser wê yekê kir ku yek ji xalên herî girîng a pêvajoya çareseriyê ew e ku mirov fêm bike aloziya civakî ya li rojavayê welêt û hewldanên aştiyê yên li rojhilatê welêt çawa digihêjin hev.

Çalişlar diyar kir ku li rojavayê welêt hewayeke dijî azadiyê astengiyeke mezin e ji bo aştiya li rojhilatê welêt û got:

"Dema ku li rojavayê hewayeke dijî azadiyê hebe, hûn dê çawa li rojhilat aştiyê pêk bînin?

Ev karekî gelekî zehmet e lê ew difikirin ku ew dikarin vê bikin. Eger hûn dixwazin li rojhilatê aştiyê pêk bînin, hûn nikarin vê atmosfera li rojavayê paşguh bikin."

Çalışlar destnîşan kir ku mixalefeta tund a CHPyê ya li dijî hikûmetê dikare pêşveçûna pêvajoya çareseriyê zehmettir bike.

"Di navbera hikûmet û aliyê Kurd de li ser pakêtekê bazar tê kirin"

Çalişlar diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de daxwazên curbicur ên hikûmet û aliyê Kurd hene û ev daxwaz li ser pakêtekê gihiştiye asta bazarê.

Çalişlar ragihand ku di vê pêvajoyê de aliyê Kurd bi awayekî zelal daxwazên xwe nayne zimên lê dîsa jî ji bo çareseriyê hêvîdar e û got:

 "Aliyê Kurd niha tiştekî gelekî zelal nabêje lê dîsa jî difikire ku di dawiya pêvajoyê de dê pakêteke mezin were rojevê.

Li gorî tişta ku ez ji gotinên Tuncer Bakirhan fêm dikim, li ser pakêtekê bazareke cidî tê kirin."

Oral Çalişlar diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi pêş bikeve, divê PKK çekan dayne û xwe fesix bike.

Çalişlar behsa daxwazên hikûmetê jî kir û got,"Hikûmet dixwaze ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.

Ji bo vê yekê ew li bendê ye ku PKK kongreya xwe bicivîne û gavên berbiçav ji bo çareseriyê biavêje."

"Ji bo aştiyê bingeheke hevpar pêwîst e"

Oral Çalişlar bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêvajoya çareseriyê serkeftî bibe, divê hemû alî li ser bingeheke hevpar bicivin.

Çalişlar tekezî li ser wê yekê kir ku li rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê di heman demê de ji bo aştî û demokrasiyê divê gav bên avêtin û wiha got, "Ji bo pêkanîna aştiyê, hewldana aliyekî tenê têr nake.

Divê jîngehek were afirandin ku hem li rojava hem jî li rojhilat aştî, azadî û demokratîkbûnê bihêztir bibe."

Nivîskar Çalişlar diyar kir ku hîn bandora pêşketinên navxwe û derveyî welêt a li ser pêvajoya çareseriyê bi temamî nayê pêşbînîkirin.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 80 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:51:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x