Di doza kuştina ‘Remezan Xoce’ de pêşhateke nû

- Serdozageriya Komarî ya Stenbolê îdianameya doza kuştina “Remezan Xoce” amade kir û serdozger ji bo tohmetbar cezayê muebetê dixwaze.

30.03.2024, Cts - 09:55

Di doza kuştina ‘Remezan Xoce’ de pêşhateke nû
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê îdianameya doza kuştina welatiyê ji Amedê yê bi nave Remezan Pîşkîn ku di nav xelkê Amedê û li torên civakî de wekî “Remezan Xoce” jî tê naskirin amade kir.

Remezan Pîşkîn 31ê Kanûna Paşînê li kolana Koca Mustafapaşayê ya taxa Cerrahpaşaya Stenbolê li kargeha xwe ya bi navê “Cihê Remezan Xoce” bi kêrê hatibû kuştin.

Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Remezan Pişkîn bi kêrê hatiye birîndarkirin û ji bo nexweşxaneyê hatiye birin û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye. 

Herwiha di îdianameyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku welatiyê bi navê Îbrahîm Başturk ê şahidê bûyerê jî piştrast kiriye ku wî gumanbarî kêr di destê wî de li dukana Remezan Pîşkîn dîtiye.

Di îdianameyê de hat gotin:

”Gumanbar, piştî bûyerê li otobusa şaredariyê siwar bûye, li rawestgeha Îplikçiya li ser cadeya Beyoglu Bahariyeyê daketiye û ber bi taxa Îstiklalê, Cadeya Hacî Husrevê ve bi rê ketiye.

Gumanbar Erkan Baykutê ku li kolana Sebîlciyê ya hejmara 16an a taxa Îstîklalê hat tesbîtkirin, di hemama malê de hat desteserkirin.”

Li gorî îdianameyê gumanbar Erkan Baykut îdia kir ku ew Ramazan Pişkin nas nake, ew kesekî nas dike ku navê wî Sabir Muradî ye û Sabir Muradî madeyên hişbir difiroşe û destdirêjiya cinsî li wî kiriye û wisa hest kiriye Remezan Pîşkîn, Sabir Muradî ye.

Gumanbar Baykut diyar kir ku wî Remezan Pîşkîn 2 meh beriya bûyerê li kargeha bi navê “Cihê Remezan Xoce” ku 5 deqeyan dûrî kargeha bavê wî ye dîtiye, dema ew çûye cem wî û pê re axiviye.

Di destpêkê de Remezan Pîşkîn wekî mamosteyekî baş dîtiye lê piştre di nava axaftinê de hest pê kiriye ku ew kes bi rastî Sabir Muradî ye, zerera ku Sabir Muradî berê daye wî hatiye bîra wî.

Wî kevir avêtiye Remezan Pişkîn û dema Pişkin jî bi ser wî de diçe, bi hizra ku dibe wê zererê bibîne kêr lê kişandiye û ew birîndar kiriye û ji cihê bûyerê reviyaye.

Rûniştina yekem a dozê 27ê Hezîranê ye

Li aliyê din Buroya Cinayetê jî tesbît kir ku gumanbar Erkan Baykut beriya bûyerê bi hefteyekê li cihê bûyerê nehatiye dîtin.

Li gorî îdianameyê gumanbar Erkan Baykut 27ê Hezîranê dê li 3yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were darizandin û serdozger ji bo tohmetbar cezayê muebetê dixwaze.

Dadgehê beriya rûniştina yekem a dozê ji Saziya Tiba Edlî derbarê gumanbar Erkan Baykut de daxwaza rapora derûnî kiriye.

Dadgehê biryar da hemû belgeyên dermankirinê bêne pêşkêşkirin da ku diyar bike gumanbar beriya bûyerê tedawiya derûnî dîtiye yan na.

Remezan Xoce sala 1980an li gundê Bindana Jêrîn a Sûra Amedê ji dayik bûbû û ji xortaniya xwe ve li derdora hewşa Mizgefta Mezin a Amedê tizbî difirotin.

Bi sohbeta xwe ya derbarê ola Îslamê de di dilê gelek kesan de cihê xwe çêkiribû.

Ew di heman demê de fenomenekî medyaya civakî bû û beriya bê kuştin bi 5 mehan li Stenbolê bi cih bûbû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:06:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x