Di siyaseta Tirkiyê de nîqaşa 'Dayîna wezaretê ji bo HDPê'!

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Gursel Tekîn di bernameyeke televizyonî de gotibû ku heger partiya wan bibe desthilat dikare bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wezaret bê dayîn lê ev gotina wî bû sedema nîqaşan. Gursel Tekîn piştî rexne û bertekan got, “Partiyên siyasî parçeyeke bingehîn a pergala demokratîk in. Di navbera partiyên siyasî de cudabûna nêrînan tiştekî normal e lê em nikarin lanetê li partiyên ku bi qanûnî kar dikin bikin, em nikarin wan wek nexweş binirxînin. Heger nêzî 7 milyon welatiyên me dengê xwe didine wan, em ê rêzê li wan bigirin.”

05.09.2022, Pts - 11:43

Di siyaseta Tirkiyê de nîqaşa 'Dayîna wezaretê ji bo HDPê'!
Nuçe Belav bike

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Gursel Tekîn duh beşdarî bernameya TV100ê bû û li ser pirsa “Heger hûn bibin desthilat hûn dê wezaretekê bidin HDPê?” got, “Helbet dikare bo HDPê wezaret bê dayîn”.

Tekîn di berdewama bersiva xwe de diyar kir ku di Parlamentoya Tirkiyê de ji her partiyekê wekîlên serok têne hilbijartin û ji ber ku niha wekîlê serokê Parlamentoya Tirkiyê parlamenterê HDPê ye, her wiha diyar kir, nedayîna wezaret ji bo HDPê berovajî îradeya neteweyî ye.

Gursel Tekin: Helbet dikare bo HDPê wezaret bê dayîn, dikare bo her partiyê wezaret bê dayîn

Tekîn got, “Em bo serokê HDPyî destê xwe radikin? Serokên giştî jî di nav de. Dema dibêjin 'Birêz ez mafê axaftinê dixwazim' Hûn dê vê yekê weke mafekê hesab bikin lê ji bo rêvebirina vî welatî qebûl nabe. Wê demê beşdarî hilbijartinan nekin birayên min. Ma tiştek wiha dibe? Wê demê îradeya millî li ku ma? Ev dengdêr dê sibe çawa deng bide partiya xwe. Helbet dikare bo HDPê wezaret bê dayîn, dikare bo her partiyê wezaret bê dayîn.”

Li ser van gotinên Gursel Tekîn nûnerên partiyên siyasî yên li Tirkiyê bi daxuyaniyan rexne lê kirin û bertek nîşan dan.

AKP: Demirtaş jî bikin hevserok

Serokê fraksiyona AKPê Bulent Turan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Qet nebe Demirtaş an jî Sezaî Temellî yê ku duh ev tweet belav kirî jî bikin "hevserok" û xwe rehet bikin! We duh got em ê hemû KHKyiyan vegerînin ser karên wan, îro dibêjin em wezaretekê bidine HDPê. Ez derbarê sibe de nikarim bifikirim jî. Hinekî bi xwe de biçin. Ev welat ê me hemûyan e.”

Ji hevpeymanê CHPê, Partiya ÎYÎyê jî bersiveke tund da gotinên Tekîn

Parlamenterê Partiya ÎYÎyê yê Stenbolê Yavuz Agiralioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku ew gotinên Tekîn rast nabîne.

Agiralioglu anî ziman, “Li gorî hesasiyetên Partiya ÎYÎyê, gotina Seroka me ya "Em li cihê siya rêxistina terorê jî were ser namînin" û li ser hiqûqa herî kêm ya îtîfaqê û hurmetê, we ji kê pirsî û hûn çi didine kê?”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:27:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x