Du rapirsî, du encamên cuda

Kompanyaya Betimarê û Kompanyaya ORCê yên rapirsiyan rapirsiyên xwe yên herî dawî belav kirine lê amarên kompanyeyan ji hev cûda ne.

27.05.2023, Cts - 10:18

Du rapirsî, du encamên cuda
Nuçe Belav bike

Gera duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê sibe 28ê Gulanê tê kirin û dengdan dê demjimêr 08:00 heta 17:00 berdewam be. Du kompanyayên rapirsiyan jî rapirsiyên xwe yên herî dawî belav kirine lê amarên kompanyeyan ji hev cûda ne.

Li gor rapirsiya Kompanya Betimarê ya derbarê hilbijartina 28ê Gulanê ya serokkomariya Tirkiyê de Recep Tayyîp Erdogan bi wergirtina sedî 52.19ê dengan dibe serokkomarê 13emîn ê Tirkiyê. Lê li gor rapirsiya ORCyê jî Kemal Kiliçdaroglu rêjeya sedî 51.4 bi ser dikeve.

Li gor rapirsiya Kompanya Betimarê ku di 14ê Gulanê de texmîna herî nêzîk kiribû, rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayip Erdogan sedî 52.19 û rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî sedî 47.81 in.

Li aliyê din li gor Kompanya ORCê rêjeya dengên Kiliçdaroglu sedî 51.4 û rêjeya dengên Erdogan jî sedî 48.6 e.

Rapirsiya Betimarê di 25 û 26ê Gulanê de li 81 parêzgehan û ligel 6 hezar û 601 kesan bi rêya peywendiya telefonê hatiye kirin. Rapirsiya ORCê jî di 24 û 25ê Gulanê de li 28 parêzgehan û ligel 3 hezar û 950 kesan bi awayekî rûbirû hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x