Amerîkayê li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê pirsgirêka budceyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji ajansa Rûdawê re got, “Ev rewşek e ku divê raweste.”

11.06.2025, Çar - 10:50

Amerîkayê li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

erdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê derbarê pirsgirêka budceyê ya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve hatiye derxistin ji Berpirsê Ofîsa ajansa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand:

“Me bi zelalî gotiye ku ev rewşek e ku divê raweste”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê anî ziman:

“Çareserkirina rewşên bi vî rengî, dê şirketan zêdetir teşwîq bike ku herin herêmê û kar bikin, ev jî jiyana hemû xelkê herêmê baştir dike.”

Wezîrê Darayî yê Îraqê Teyfiyê Samî 28ê Gulanê nameyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şand û got:

“Wezaret ji ber derbasbûna parê wê yê ji sedî 12,67ê ku di yasaya budceya federal de hatiye diyarkirin nikare di şandina pereyan a ji bo Herêma Kurdistanê de berdewam be.”

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê jî 29ê Gulanê daxuyaniyeke bi zimanê Erebî wekî bersiveke ji Teyf Samiyê re belav kir û ragihand:

“Ew rêbaza ku wezareta we di diyarkirina para Herêma Kurdistanê de dişopîne li dijî Destûra Îraqê ye.

Diyarkirina para Herêma Kurdistanê divê li ser bingeha dahatên federal ên komkirî be, ne li ser xerciyan.”

Tammy Bruce li ser gotûbêjên derbarê pirsgirêka atomî ya di navbera Îran û Amerîkayê de jî got:

“Ez hêvîdar im ku ew kes û aliyên ku vê rewşê bi rê ve dibin û serperiştiya dan û standinan dikin, di dawiyê de me bigihînin çend bersivan û lihevkirineke dawî.”

Ji meha Nîsanê ve, Îran û Amerîka bi navbeynkariya Umanê 5 caran dan û standin ku bigihêjin lihevkirinekê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwarin ku Tehran bi aştî bernameya atomî sînordar neke dê Îran were bombebarankirin.

Amerîka û welatên Rojavayî guman dikin ku Îran hewl dide çekên atomî bi dest bixe lê Tehran vê tawanê red dike û tekez dike ku tenê ji bo mebestên aştiyane yên hilberîna elektrîkê û lêkolînên bijîşkî ye.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x