Erdogan bersiva peyama Biden a derbarê xwe de da

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser Twitterê bersiva Serokomarê Amerîkayê Joe Biden da ku li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê Civîna NATOyê û endamtiya Swêdê de spasiya wî kiribû.

13.07.2023, Per - 14:05

Erdogan bersiva peyama Biden a derbarê xwe de da
Nuçe Belav bike

Recep Tayyip Erdogan di peyama xwe de got, "Em wek Tirkiye bi dilpakî, hesta berpirsyariyê û helwesteke bi prensîb dê piştgiriya berfirehkirina NATO û bihêzkirina tifaqa xwe bikin."

Di berdewamiya peyama xwe de, Erdogan dibêje: “Ez di wê baweriyê de me ku avakirina çareseriyên bihêz ji aliyê Hevpeymaniya me ve li hember hemû kêşeyên ewlehiyê, bi taybetî şerê li dijî terorê û bihêzkirina peywendiyên di navbera hevpeymanan de, dê roleke mezin di pêkanîna aştiya navçeyî û cîhanî de bilîze.

Heya ku fikarên ewlekariyê yên rewa yên Tirkiyê û însiyatîvên herêmî û cîhanî yên li ser esasê qezenc-qezenc li ber çavan bên girtin, em dê helwesta xwe ya avaker bidomînin. Birêz Serok, ez ji bo piştgiriya we ya şexsî, hêviyên we yên xêrê û pesnên we yên ji bo hevbendiyê spasiya we dikim.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê civîna NATOyê de dîmeneke vîdyoyî ya wêneyên hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re weşand û di peyamekê de spasiya Erdogan kir.

Biden di peyama xwe de got, “Duh Tirkiyê li ser qebûlkirina Swêdê ya di NATOyê de lihevkirineke dîrokî pêk anî. Serokomar Erdogan, ji bo wêrekî, rêbertî û dîplomasiya we spas dikim.”

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan roja 10ê Temûzê di dema birêveçûna lûtkeya NATO de li Vilnius a paytexta Lîtwanyayê de qebûl kir ku piştgiriyê bide endamtiya Swêdê ya NATOyê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg jî heman rojê ragihand ku Tirkiyê endamtiya Swêdê erê kiriye.

Stoltenberg got “Peymana ku me îro li serê li hev kir, wek peymana ku me par li Îspanyayê li serê li hev kir e. Birêz Erdogan biryara erêkirina endamtiya Swêdê daye. Swêd wê çi bike di peymanê de hatiye nivîsandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:25:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x