Erdogan careke din gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî teqîna li Enqereyê careke din li dijî Rojavayê Kurdistanê gefa êrişan xwar.

03.10.2023, Sal - 07:12

Erdogan careke din gef li Rojavayê Kurdistanê xwar
Nuçe Belav bike

Piştî teqîna li Enqereyê ku PKK ew teqîn xiste stûyê xwe, gelek alî guman dikin ku Tirkiye wê teqînê bike hincet û careke din êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

Piştî êrişê bi çend demjimêran, Erdogan li parlamentoya welatê xwe gotarek pêşkêş kir û amaje bi egera pêkanîna operasyoneke nû ya leşkerî da.

Erdogan diyar kir ku stratejiya wan ew e ku ew “sînorên xwe yên başûr bi kemereke ewlehiyê ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan biparêzin û çalakiyên li wir bişopînin.”

Erdogan got: “Operasyonên me yên leşkerî berdewam dibin. Pêngava me ya nû tenê bi amadekarî, dem û rewşê ve girêdayî ye. Ji bo wê jî dibêjim dibe ku em şevekê ji nişka ve bên.”

Rojnamegeran li ser gotinên Erdogan ên derbarê pêkanîna operasyona leşkerî de pirsyar ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê kir.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got, “(Erdogan) Dibêje bila ew stran di guhê we de bimîne. Serokkomarê me tiştek negot. Got stran, got bila ew stran di guhê we de bîmîne. Tiştekî din got? 30 kîlometre, ji xwe dema şeş sal e 30 kîlometre ye.”

Piştre Tirkiyeyê êrişeke asmanî li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê pêk anî.

Wezareta Parastiynê ya Tirkiyeyê ragihand ku 20 pêgehên PKKyê roja yekşemê demjimêr 21.00ê bombebaran kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:10:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x