Erdogan dê serdana Amedê bike

Serokê Rêxistina AK Partiyê ya Parêzgeha Amedê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bike.

27.09.2022, Sal - 13:25

Erdogan dê serdana Amedê bike
Nuçe Belav bike

Serokê Rêxistina AK Partiyê ya Parêzgeha Amedê, Muhammet Serif Aydin ragihand, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê di Cotmehê de serdana Amedê bike.

Muhammet Şerîf Aydin ku beşdarî Civîna Serokên Parêzgehan a Berfireh a AK Partiyê bû, destnîşan kir ku di wê civînê de ew bi Erdogan re civiyaye û ji bo beşdariya di festîvalekê de Erdogan vexwendiye Amedê.

Li gor nûçeya Kararê, Muhammet Şerîf Aydin wiha gotiye: “Di Civîna Serokên Bajêr ên Berfireh ên AK Partiyê de min Serokkomar Recep Tayyip Erdogan vexwend Diyarbekirê. Serokê me got ku ew dê beşdarî vê vexwendinê bibe. Dema ku wî got ew dawetnameya me naşkîne û dê beşdar bibe em pir kêfxweş bûn.”

Serokê Rêxistina AK Partiyê ya Parêzgeha Amedê daye xuyakirin, ku Erdogan ew vexwendin qebûl kiriye û dê ji bo beşdariya di Festîvala Rêya Çanda Sûrê de serdana Amedê bike.

Festîvala Rêya Çanda Sûrê ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê ve hatiye organîzekirin û dê di navbera 8 heta 16ê Cotmehê de li Sûr a Amedê bê lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:30:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x