Erdogan: Em ê li hemberê êrîşên PKKê û rêxistinên wê bêhelwest namînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da xuyakirin, ew li hemberê êrişên PKKê û rêxistinên girêdayî wê, bêhelwest namînin û bang li hêzên navdewletî kir ku dest ji piştevaniya PKKê û biçekkirina wê berdin.

21.09.2022, Çar - 07:13

Erdogan: Em ê li hemberê êrîşên PKKê û rêxistinên wê bêhelwest namînin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li civîna 77emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê gotarek pêşkêş kir û tê de derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de got: “Çareseriya krîza Sûriyê di çarçoveya biryara 2254 ya Netewên Yekgirtî û daxwaza welatiyan de giring e. Berdewamiya krîzê, ewlekariya navçeyê û yekparçeyiya axa Sûriyê dixe metirsiyê.”

Her wiha Erdogan got: “PKK û rêxistinên girêdayî wê, êrişî welatê me, hêzên ewlekarî û sivîlan dike, bi rojeva cudahîxwazî gef li yekparçeyiya axa Sûriyê dixwe ku em li hember wan, bêhelwest namînin. Ewên bi guhertina navan dixwazin ev rêxistina terorê rewa bikin, divê gavek zûtir dest ji biçekkirin p piştgirîkirina wan berdin û ji şaşiyên vegerin. Em hember terorê her cure bergiriye pêş dixin û berdewam dibin.”

Erdogan derbarê operasyonên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de jî got: “ji bo aramî li cîranekê me yê din Îraqê cîbicî bibe, em her cure karî dikin. Em li ser navê nasnameya Îraqî, yekîtiya siyasî û lihevhatinê dixwazin. Li Îraqê pêşxistina asta xoşguzeranî û astengkirina destêwerdanên rêxistinên terorê tenê bi vî awayê dibe. Li aliyê din, em nahêlin rêxistinên terorê ku rewşa Îraqê ya xerab bikar tînin, welatê me bikin armanc.”

Di berdewamiya gotinên xwe de Erdogan got: “Hê berê jî min gotibû, eger em cudahî nexin navbera rêxistinen terorê û bi awayekî çalak têbikoşin, em dikarin hember rêxistinên terorê bi ser bikevin. Di bin kîjan navê de be, şerê dijî hemû rêxistinên terorê bi salane em didomînin. Em ji hevpeyman û dostên xwe di vê mijarê de hevkariyeke jidil dixwazin. Şûna rêxistinên terorê û rejîmên sitemkar, divê bi welatê me re hevkariyê bikin. Ji bo aramî û ewlekarî û xoşguzeraniya navçeyê ev giring e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:32:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x