Erdogan gef li Sezgîn Tanrikulu xwar: Dê cezayê xwe bistîne

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser gotinên wî yên derbarê çend tawanên Artêşa Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê, gef li Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu xwar.

12.09.2023, Sal - 07:08

Erdogan gef li Sezgîn Tanrikulu xwar: Dê cezayê xwe bistîne
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser gotinên wî yên derbarê çend tawanên Artêşa Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê, gef li Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu xwar.

Erdogan got: “Ev şexs (Sezgîn Tanrikulu) dê cezayê zimandirêjkirina li hemberî artêşa herî bi şeref û merd li pêş hiquqê bistîne.”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu roja înê bi telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û artêşa Tirkiyeyê bi wê yekê tohmetbar kir ku 15 welatiyên ji Amedê ji helîkopterê avêtine.

Sezgîn Tanrikulu herwiha got ku artêşa Tirkiyeyê çendîn tawanên din li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan kirine.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê roja şemiyê derbarê Tanrikulu bi tohmeta heqereta li gelê Tirkiyeyê, Komara Tirkiyê û saziyên dewletê û handana kîn û dijminkariyê lêpirsîn da destpêkirin.

Nîqaşeke zêde li ser gotinên Tanrikulu heye

Ev sê roj in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşeke zêde li ser gotinên Sezgîn Tanrikulu heye û bi taybetî jî aliyên hikumetê û nijadperst ji ber van gotinan Tanrikulu dikin armanc.

Herî dawî Erdogan îro Duşemê 11ê Îlonê di vegera xwe ya ji Lûtkeya G-20ê de derbarê mijarê bersiva rojnamegeran da û gefa cezakirinê li wî parlamenterê CHPyê xwar.

Bi gotina Erdogan, Sezgîn Tanrikulu “zimandirêjî” li hemberî artêşa Tirkiyeyê kiriye û dê ji ber vê yekê bê cezakirin.

“Tanrikulu her tişt kiriye”

Recep Tayyip Erdogan li ser pirseke derbarê gotinên Tanrikule de got:

“Beriya her tiştî ev şexs (Sezgîn Tanrikulu) ne kesekî welatperwer û netewperwer e. Ev şexs bi rêxistina terorî ya PKK, YPG û HDPê re ye û ev bi wan re radibe û rûdine.

Ma wan ligel serokê xwe yên giştî ev tişt nekir? Ma ligel nûnerên rêxistina terorê li Enqere nemeşiyan? Lê ev şexsê we navê wî daye, ji beşdariya merasîma cenzayê terorîstan heta meşa ligel kesên li çiya hertişt kirine.”

“Dê bê ceza nemîne”

Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan gotinên Tanrikulu yên têkildarî artêşa Tirkiyeyê weke “bêbêxtî” bi nav kir û got:

“Ev şexs dê cezayê zimandirêjkirina li hember artêşa herî bi şeref û merd li pêş hiquqê bistîne. Ev bêbextî û heqaretên nemardene yên li dijî ertêşa me bê ceza namînin. ”

Lêpirsîn hatiye destpêkirin

Li aliyê din Wezîrê Dadê ya Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî ragihand ku derbarê Tanrikulu lêpirsîn hatiye destpêkirin û got:

“Derbarê vê lêpirsînê fezleke hat rojeva parlamentoyê. Zimandirêjkirina li hemberî leşker û artêşa me yan jî tawanbarkirinên bi vî rengî li ti kesê nayê. Yê ku parlamanter be qet lê nayê.”

Tunç di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir nabe CHP bixwe jî li hember van gotinan bêdeng be û divê ew jî bertek nîşan bide.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî Tanrikulu bi bêbextiyê tohmetbar kiribû.

CHPyê bixwe jî Tanrikulu rexne kir

Piştî van gotinan, Berdevkê CHPyê Faik Oztrak jî rexne li parlamenterê partiya xwe girt û got:

“Gotinên Parlamenterê Amedê Sezgin Tanrikulu yên derbarê Hêzên Çekdar ên Tirk ku roniya çavê milletê me ne, nayên qebûlkirin.”

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî roja yekşemê derbarê mijarê de axivîbû û gotibû:

“Hêzên Çekdar ên Tirk roniya çavê me ye. Berdevkê partiya me derbarê mijarê de daxuyanî daye.”

Ji aliyê din ve beşeke zêde ya aliyan jî piştevaniya xwe ji bo Sezgîn Tanrikulu ragihand.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) û wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirrî Sureyya Onder li ser hesaba xwe ya medyaya civakî nerazîbûn li hemberî lêpirsîna derbarê Tanrikulu nîşan da û piştevaniya xwe ji bo wî ragihand.

Çi bibû?

Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu ku di heman demê de parêzer e bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bibû û behsa beşek ji tawanên artêşa Tirkiyeyê yên di salên 80 û 90an de kiribû.

Tanrikulu ku bi xwe parêzerê beşek ji dosyeyên wan tawanan e û wan dosyeyan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne gotibû:

“Artêşa Tirk li dadgehê bi wê yekê tohmetbar e ku di sala 1993yan de li gundê Nederanê yê navçeya Pasûrê ya Amedê 15 gundî ji helîkopterê avêtine.”

Tanrikulu da zanîn ku doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekalî bûye û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê gundê wan jî şewitandine û bombebaran kirine.

Gotinên Sezgîn Tanrikulu di nav mêvanên di bernameyê de, bû sedema nerazîbûnan.

Mêvanan parlamenterê CHPyê bi wê yekê tohmetbar kir ku li şûna rexneyan li PKKyê bigire berdewam berê rexneyên xwe dide artêşa Tirkiyeyê.

Li gorî mêvanan ew bi vê jî nirxên niştimanî yên Tirkiyeyê bin pê dike û sivikatiyê û gotinên xirab ji artêşa Tirkiyeyê re dibêje.

Tanrikulu li ser rexneyên li hemberî xwe ji mêvanên bernameyê pirsibû:

“Kê ew hemû gund şewitandin ew artêşa ji Rûsyayê hatiye? Bûyera Roboskiyê hîn nû ye, gelo ew balafir ji Rûsyayê, yan ji Ermenistanê hatin û ew bombebaran kirin?”

Di berdewamiya axaftina xwe de Parlamenterê CHPyê yê Amedê ameje bi wê yekê dabû ku ew dê lêpirsînê li karên artêşa Tirkiyeyê bikin û gotibû:

“Hemû karên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dike ji rexneyê ne dûr in û em dê lêpirsînê bikin. Em ji bo nehîştina gumanên bi vî awayî yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê vê lêpirsînê dikin.”

Beşek ji mêvanên bernameyê li ser van axaftinên Tanrikulu gotibûn ku ew bawer nakin parlamenterekî CHPyê rabe û van gotin û rexneyan ji artêşa Tirkiyeyê re bibêje.

Axaftinên Sezgîn Tanrikulu li ser tora civakî jî belav bûn û bi taybetî di nav aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê de bû sedema nerazîbûnan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 392 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:49:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x