Erdogan ji senatorên Amerîkî xwest cezayên ser Tirkiyê rakin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ku wî di hevdîtina ligel du senatorên Amerîkî de li New Yorkê, derbarê piştgiriya wan a bo firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê sinyalên erênî wergirtine.

21.09.2022, Çar - 07:54

Erdogan ji senatorên Amerîkî xwest cezayên ser Tirkiyê rakin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh li New Yorkê bi senatorên Amerîkî Lindsey Graham û Chris Coons re hevdîtin kir.

Erdogan ji her du senatorên Amerîkî xwest, ku cezayên li ser Tirkiyê yên derbarê çekan de bên rakirin û rê bi firotina F-16an bo welatî wî bê dayîn.

Erdogan beriya hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re li avahiya Neteweyên Yekbûyî ji Reutersê re axivî û ragihand, "(Senator) erênî diaxivin."

Li ser pirsa gelo ew dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive yan na, Erdogan got ku ew dê beşdarî resepsiyona ku ji aliyê Biden ve hatiye lidarxistin bibe.

Di bernameya fermî ya her du serokan de heta niha ti hevdîtineke fermî nîne.

Di Cotmehê de Tirkiyê daxwaza kirîna firokeyên F-16 û nêzîkî 80 kîteyên nûjenkirinê ji Amerîkayê kiribû. Lê piştî ku Tirkiyê sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê wergirt, rêveberiya Amerîkayê ceza li ser Tirkiyê sepandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:49:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x