Erdogan li ser Rojava daxuyanî da: Em dê êrîşa bejayî dest pê bikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di civîna partiya xwe de derbarê operasyona nû ya wî welatî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand

23.11.2022, Çar - 10:56

Erdogan li ser Rojava daxuyanî da: Em dê êrîşa bejayî dest pê bikin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di civîna partiya xwe de derbarê operasyona nû ya wî welatî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand, êrîş tenê di çarçoveya êrîşên esmanî de sînordar namînin û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî dest pê bikin.

Erdogan bi gotina “Operasyona ku me bi balafir, top û dronan dest pê kiriye, tenê destpêk e” ragihand, “Di demeke herî maqûl de em dê ji bejayê jî êrîşî terorîstan bikin.”

Erdogan diyar kir,“Hêzên ku soz dabûne me ku dê li Sûriyeyê û ji herêmên ku di bin kontrola wan de ye li dijî me gef çênebin li ser sozên xwe nesekinîn.”

Serokkomarê Tirkiyê herwiha got, “Derbarê sînorên Sûriyeyê de me li gorî peymanên xwe hereket kiriye. Kesên li hemberî me gava gorî peymanan hereket nekin heqê me çêbûye ku em li çarereya serê xwe binihêrin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:18:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x