Erdogan li Spanyayê got: Darizandina Demîrtaş û Kavala li gorî hiqûqê ye

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Madrîda paytexta Spanyayê ragihand ku darizandina Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala li gorî hiqûqê ye.

14.06.2024, Cum - 09:58

Erdogan li Spanyayê got: Darizandina Demîrtaş û Kavala li gorî hiqûqê ye
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Madrîdê bi Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û di civînê de axivî. 

Di civînê de nûçegihanê rojnameya Spanî El Paisê ji Erdogan pirsa “Hikûmeta we hinek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên wekî derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş bi cih nake. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?” Kir.

Li ser vê pirsê Erdogan hêrs bû û hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û karsazê Tirk Osman Kavala wekî kesên "terorîst" pênase kirin.

Erdogan îdia kir ku darizandina Demîrtaş û Kavala li gorî hiqûqê ye û got:

“Yek ji wan navên we gotiye bûye sedema mirina 100 ciwanî. Dîsa li başûrrojhilatê welatê me bûye sedema gelek bûyerên terorî.

Lê rastî pirsên bi vî awayî yên we rojnamegeran me xemgîn dikin.

Serê xwe nehejîne, binêre ez nahejînim. Ez karê xwe didomînim. 

Dixwazî bila Kavala be, an Demîrtaş be û kî dibe bila bibe yasa çi dibêjin em yasayan bi cih dikin.

Hiqûq çi dixwaze em li gorî wê yekê tevdigerin. Karê ku em dikin ev e.

Hûn li Tirkiyeyê najîn, em li Tirkiyeyê dijîn. Ev gavên me avêtine ji bo aramiya herêmê ne û ji niha pê ve jî dê bi vî awayî be.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 393 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x