Erdogan: Rê li ber Tirkiyê vekin, em jî rê li ber Swêdê vekin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got “Pêşî werin di Yekîtiya Ewropayê (YE) de rêya Tirkiyê vekin, piştre em jî çawa ku me rê li ber Fînlandiyayê vekir, em rê li ber Swêdê jî vekin.”

10.07.2023, Pts - 14:57

Erdogan: Rê li ber Tirkiyê vekin, em jî rê li ber Swêdê vekin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya Komara Lîtvanyayê ya ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya ku li Vilniusê bê lidarxistin bibe daxuyanî da.

Recep Tayyîp Erdogan Erdogan li ser rojeva civîna NATOyê nirxandinan kir.

Çend xalên giring ên axaftinên Erdogan wiha ne:

“Em difikirin ku pêvajoya endamtiya Ukraynayê ya NATOyê wê hêsantir bibe”

“Bi awayekî adil bi dawîhatina şer di zûtirîn dem de dê pêvajoya endamtiya Ukraynayê ya NATOyê hêsan bike. Em difikirin ku pêvajoya endamtiya Ukraynayê ya NATOyê wê hêsantir bibe. Di vê pêvajoyê de, tevî ku hewl didin ku zehmet bikin, me her dem bi têgihîştina îtîfaqê berdewam kir. Yek ji encamên girîng ên lûtkeyê jî wê nûkirina herî kêm ji sedî 2 ya lêçûnên parastinê be. Sepandina sînordarkirinên ne heq ên li ser welatê me ji aliyê hinek hevalbendên me ve me sînordar dike.

“Em hêvî dikin peymana ku Swêde îmze kiriye bi cih bîne”

Madeyeke din a rojeva me jî berfirehkirina NATOyê ye. Tirkiye her tim piştgiriya siyaseta deriyê vekirî yê NATOyê kiriye. Li ser endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê memorandumeke sêalî ya lihevkirinê hat îmzekirin. Fînlandiya qebûl kir û bû endam. Em hêvî dikin ku Swêd peymana ku îmze kiriye bi cih bîne. Ezê jî vê êvarê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê û Serokwezîrê Swêdê re bicivim.

Tirkiye di nav 5 welatên ku herî zêde beşdarî mîsyona NATOyê dibe de ye û tişta dikeve ser milê wê zêdetirî wê dike. Em hêzeke cidî didin tifaqê.

“Zêdetirî 50 sal e Tirkiye li ber deriyê YEyê tê sekinandin”

Yên ku zêdetirî 50 sal e Tirkiyê li ber deriyeê Yekîtiya Ewropayê dide sekinandin ez ji vê derê bang li wan dikim, pêşiya Tirkiyê vekin em jî pêşiya Swêdê vekin. Ez ê vê daxuyaniyê li Vilnius jî bidim. Hêviya miletê me ji me heye, 50 sal derbas kiriye. Em Tirkiye ne, ne welatekî ku got û derî vebûye.”

Hevdîtina Erdogan-Putin

Erdogan li ser pirsa peymana korîdora dexlûdanan jî wiha got “Em di meha bê de li benda serdana Birêz Putin in. Eger serdana Birêz Putin pêk were, em dê vê mijarê rû bi rû gotûbêj bikin. Di peywendiyên telefonî de jî hevalên me vê mijarê gotûbêj dikin.”

Endamtiya Swêdê ya NATOyê: Biryara dawî ya Parlamentoya Tirkiyê ye

Herwiha Erdogan pirsa “Helwesta Swêdê ya li hember PKK’ê eşkere ye. Helwesta we li hember endametiya NATOyê dê çawa be?” wiha bersivand:

“Di vê mijarê de biryara dawî ya Parlamentoya Tirkiyê ye. Piştî ku ji Parlamentoya Tirkiyê derbas nebû, em nikarin bibêjin ku min got û bû.”

Mijara F-16an

Li aliyê din li ser pirsa “Di hevdîtina we ya bi Serokê Amerîkayê Biden re mijara F-16an hat rojevê. Nirxandinên we çi ne?” Erdogan wiha got “Biden dibêje tiştên ku ji destên min hat min kir. Ji me jî heman tiştî dixwaze. Weke hevalbendê NATOyê, pereyên ku me dane we hene, me hê hembera van pereyan wernegirtiye. Em ê li Vinius civînek teng bikin, bi wî re em dê vana gotûbêj bikin. Ez hêvî dikim ku em vê pirsgirêkê derbas bikin. Ev yek me xemgîn dike ku ev yek bi Swêdê re têkildar bûye. Ez hêvî dikim ku dawiya wê bi xêr be.”

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê, Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya ku li paytext Vilniusê bê lidarxistin di 10-12ê Tîrmehê de dê serdana Komara Lîtvanyayê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:16:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x