Rûsya û Ukraynayê li ser pevguherîna 1000 dîlan li hev kir

Civîna di navbera şandeyên Rûsya û Ukraynayê de doh bi navbeynkariya Amerîka û Tirkiyeyê li Stenbolê pêk hat.

17.05.2025, Cts - 10:17

Rûsya û Ukraynayê li ser pevguherîna 1000 dîlan li hev kir
Nuçe Belav bike

Bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayî Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civîn hat li darxistin û her du welatên ku bi salan e tenê ji bo şer raberî hev dibin, bi hev re rûniştin û dest bi guftigoyan kir.

Serokê Şandeya Rûsyayê û Şêwirmendê Putîn Vladmir Medinski piştî du civînan ragihand ku her du aliyan vîzyona xwe ji bo rawestandina şer bi hev re parve kirine û ew xweşhal in.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov jî got ku ji bo agirbest û aştiyeke mayînde ew dê bêhtir bidin û bistînin.

Rustem Umerov her wiha da zanîn  ku wan bi Rûsyayê re li hev kir ku ji bo hezar kesî hezar kes bi hev bên guherandin.

Bûdîstê Japonyayî Junsei Terasava jî got:

“Ev şer pir dirêj bû û divê demildest niha şer raweste. Ez ji bo ku ev şer raweste û ji bo ku dadweriyeke rastîn bikeve nava Ukraynayê dia dikim.

Hêvîdar im ku bi beşdariya hemû cîhanê û ev şer dê raweste. Em niha ji bo dîroka aştiya cîhanê di kêliyeke girîng de ne.

Hêvîdar im dê mirovahî aştiyê bi paş de vegerîne.”

“Putin naxwaza Zelenskyy bimîne”

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Dr. Firat Demîrkol jî wiha got:

“Putin wê yekê nîşan dide ku eger Trump nebe bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re li maseyê rûnane. 

Ew helwest ji bo pêvajoya pişt re jî tiştekî nîşan dide. Eger ku îro Rûsya û Ukrayna bigihîjin qonaxa aşbûnê jî ne bi dilê Putine e ku li Ukraynayê serdariya Zelenskyy berdewam bike.”

“Destê Rûsyayê xurt e”

Pispora Pêwendiyên Navdewletî Prof. Vîşne Korkmazê jî got:

“Ukrayna ne xwedî wê hêzê ye ku muzakere û bazariyê bike. Lê destê Rûsyayê ji bo bazarkirin û muzakereyan xurt e.

Ji ber wê yekê her du alî jî ji bo dan û standinan xwe giran dikin. Ji ber ku niha destê Rûsya xurt e, qanihkirina wan zehmetir e.

Lê qanihkirina Ukraynayê hêsan e û ji ber ku destê wî lawaz e û nîşane hene ku Ukrayna razî jî bûye.

Lê ji vê razîbûn Ukrayna jî ne xweşhal e.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:19:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x