Erdogan serdana Iraqê dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo gotûbêjkirina pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê serdana Iraqê dike.

10.07.2023, Pts - 11:16

Erdogan serdana Iraqê dike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed Salih, îro 10ê Tîrmeha 2023an ragihand, ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Petrola Iraqê û SOMO re girêbestek hatiye îmzekirin, ev pirsgirêk li ser asta bilind û di dema serdana Serokomarê Tirkiyê bo Iraqê de çareser dibe.

Di beşeke din a axaftina xwe de got jî: Ji sedî 70ê kar li ser projeyasaya neft û gazê temam bûye û di demek nêzîk de şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.

Ev yek di demekê de ye, Wezîrê Petrola Iraqê Heyan Ebdulxenî berî çend rojan ragihandobû, wan ji 13ê Gulana borî ve desthilatdarên Tirkiyê bi destpêkirina proseya hinardekirina petrola Kurdistanê agahdar kirin.

Di 25ê Adara 2023ê de, bi biryara Dadgeha Navdewletî ya Parîsê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê hatibû rawestandin. Di 4ê Nîsana 2023an de jî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê rêkeftinek îmze kirin ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve bê destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:56:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x