Hevserokên HDPê: Berpirsên Fransayê divê yekser bûyerê zelal bikin

Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar derbarê êrîşa Parîsa paytexta Fransayê de ku 3 Kurd hatibûn kuştin, gotin: “Divê berpirsên Fransayê yekser bûyerê zelal bikin.”

24.12.2022, Cts - 11:45

Hevserokên HDPê: Berpirsên Fransayê divê yekser bûyerê zelal bikin
Nuçe Belav bike

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Mithat Sancar 24ê Kanûna 2022ê derbarê êrîşa bo ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de li Parisa paytexta Fransayê daxuyaniyeke niviskî belav kirin.

Daxuyanî bi îmzeya her du hevserokan û bi zimanê Tirkî û Fransî hatiye belavkirin û ji berpirsên Fransayê daxwaz dikin ku bûyer yekser bê zelalkirin û bo raya giştî zanyarî bên eşkerekirin. Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di encama êrîşa hovane ya bo ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de li Parîsa paytexta Fransayê 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne. Berî her tiştî em vê êrîşa hovane şermezar dikin û sersaxiyê bo malbatê wan dixwazin û bo birîndaran jî silametiyê. Hêviya me ji berpirsên Fransayê ew e ku êrîşkar bên eşkerekirin û bo raya giştî jî bên ragihandin. Bûyer yekser bê zelalkirin. Ji bo rê girtina li êrîşên nîjadperest ên wiha zelalkirina bûyerê girîng e.”

Li Parîsa paytexta Fransayê, doh roja Înê 23ê Kanûna 2022ê bo ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî hat kirin û de encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya berî ku di sala 2014an de navê wê bê guhertin, sala 1994an di jêr navê Yekitiya Komeleyên Kurdî li Fransayê hatibû damezrandin. Ev navend kar ji bo nêzîkkirina diasporaya Kurdî û parastina ziman, çand, azadî û mafên siyasî, aborî û çandî dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 618 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:16:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x