HUDA PARê piştgirî da HEDEPê û rexne li MHPyê girt

Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanlî, Celal Aydinê MHPyî ku li dijî HEDEPê çêr kiribû rexne kir.

01.11.2023, Çar - 08:55

HUDA PARê piştgirî da HEDEPê û rexne li MHPyê girt
Nuçe Belav bike

Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanlî got, “Dibe ku em bi nêrîna kesekî re bin an li dijî wê dibin lê divê herî kêm mirov bikare di çarçoveya rêzê de bi hev re danûstandinê bike.”

Wekîlê Serokê Parlementoyê Celal Adanê MHPyî berî çend rojan piştî ku bersiva gotinê Parlamenterê Agiriyê yê HEDEPê Sirri Sakik ên derbarê Komara Tirkiyeyê de dabû, mîkrafona xwe vekirî ji bîr kiribû û gotibû “Pezevenkan ya” (Gewadno).

Nîqaşên li ser wê bûyerê berdewam in.

Vê carê jî Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanlî, li parlamanetoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û parlamenterê MHPyê rexne kir.

“HEDEP mafdar e”

Serkan Ramanlî, beşek ji axaftina xwe li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.

Li ser bibîrxistina gotinên Celal Adan Serkan Ramanlî wiha got:

“Her parlementerekî ku ji bo parlementoyê hatiye hilbijartin, nûnerê gel e û ji ber vê jî rêza ji wan re were girtin di heman demê de nişandina rêza ji bo gel e.

Parlamento cihê nûnertiya her raman û her komên siyasî ye. Lewma divê em ji hemû tevgerên bênezaket dûr bikin.

Helbet edeba danûstandinê ji bo me hemûyan tiştekî ku em dev jê bernadin e. Ya ku dev jê berdan rûmet e.

Dibe ku em ji herkesê hez nekin, hûn ne mecbur in ku ji hemû kesan hez bikin lê nîşandayîna rûmetê ji edeba danûstandina ye.

Bi taybetî pêwîst e siyasetmendar di axaftin û tevgerên xwe de baldar bin. Di vê çarçoveyê de, îro piştî çêrên parlementerê MHPê, HEDEPê reaksiyoneke mafdar nişan da.

Parlementer ne li ser navê xwe, li ser navê gel li vir in. Em hêvî dikin ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:55:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x