HUDA PARê piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyaniyek belav kir

HUDA-PARê der barêhevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu de ku duh pêk hatibû daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke partî heta niha di mijara tifaqa hilbijartinê de rewşek diyar nîne.

06.01.2023, Cum - 13:19

HUDA PARê piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya ku bi îmzeya Sekreterê Giştî yê HUDA-PARê Şahzade Demîr ve hat weşandin de hat diyarkirin “Heya niha di derbarê tifaqan de rewşek berbiçav nîne. Dema rewşek berbiçav derkeve holê wê bi awayekî guncav bi raya giştî re were parvekirin.”

Sekreterê Giştî yê HUDA-PARê Şahzade Demîr di daxuyaniyê wiha wiha got:

“Weke ku ji raya giştî re tê zanîn, di van demên dawîn de di rojevê de ye ku dê hilbijartin pêş de bên kirin yan na. Ji ber vê sedemê xwezayî ye ku trafîka di navbera partiyên siyasî de hinekî zêdetir bi lez û beztir bibe. Em jî wek HUDA PARê hevdîtinan dikin.

Duh (05.01.2023) me bi Serokê xwe yê Giştî re serdana Navenda Giştî ya Ak Partiyê kir. Berê jî me bi birêz Erdogan re hevdîtinan kiribû. Me serdana navendên giştî yên din jî kiribû. Ev demeke dirêje em dibêjin bila deriyên diyalogê di navbera aliyên siyasî de vekirî bin. Bundan sonra da siyasi partilerle görüşmelerimiz devam edecek.

Heya niha di derbarê tifaqan de rewşek diyar nîne. Dema rewşek berbiçav derkeve holê wê bi awayekî guncav bi raya giştî re were parvekirin. Dema ku dema hûrgiliyên hevdîtinê hat, Serokê me yan jî hevalekî me yê ku ew guncav dibîne dê agahiyên pêwîst bide.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x