ji bo Kemal Kurkut kampanya îmzeyan

Tev-Ger, Ji bo piştgiriya Dadê Kemal kurkut kampanyayê îmze pêk anît.

26.03.2017, Paz - 09:32

 ji bo Kemal Kurkut kampanya îmzeyan
Nuçe Belav bike

Di 21.03.2017an de li Dîyarbekir li ber cihê qontrolê ya Newrozê de ciwanek sivîl ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Walîtiya Dîyarbekirê li ser bûyerê daxuyaniyek da û îdia kir ku ew xortê navê wî Kemal Kurkut e bi kêran êrişî polîsan kiriye û bi çenteyê li ser pişta xwe ku gotiye tê de bomba heye ber bi qada Newrozê vê reviyaye.

Hate îdiakirin ku ji ber vê yekê polîsan ji bo ewlehiya mirovên li qada Newrozê, ji bo wî bisekinînin fîşekan bera danê û Kemal Kurkut jîyana xwe ji dest daye. Lê piştî daxuyaniyê dîmenên ku ji aliyê rojnamevanan hatibûn girtin derketin holê. Di wan dîmenan de xuyaye ku tu peyvên daxuyaniya Walîtiya Dîyarbekirê ne rast in.

Bileks, polîs çenteyê wî jê girtine, cilên wî jê kirine û Kemal Kurkut bi wê halê xwe yê nîvtazî ji bo ku xwe ji destên polîsan xelas bike direve. Li gor agahiyên ku bela bûn, di çenteyê Kurkut de pirtûkên helbestan derketin. Di dîmenan de polîsê ku gule bera dide jî xuyaye. Wê Kemal Kurkut wê şûnde venegere lê ji bo bûyerên wiha rûnedin û dadmendî biserkeve tu jî îmzeyekê bide!

Ji bo malperê kampanya îmzayê link...

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1542 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:09:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x