KCKê derbarê teqîna Stenbolê daxuyanî da: Em bang li her kesî dikin ku hişyar bin

Koma Civakên Kurdistanê KCKê jî derbarê teqîna Stenbolê ya di 13ê Mijdara 2022an de daxuyaniyek nivîskî belav kir

15.11.2022, Sal - 13:16

KCKê derbarê teqîna Stenbolê daxuyanî da: Em bang li her kesî dikin ku hişyar bin
Nuçe Belav bike

KCKê têkildarî teqîna li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê got, “Ti eleqeya tevgera me bi vê êrîşê re nîne” û tekez kir, “israra li ser tohmetbarkirina tevgera me bi encamdana êrîşê nîşan dide ku AKP û MHP mijûlî planên tarî ne û dixwazin ji xwe re zemînekê ava bikin.”

Piştî PKKê û YPGê, Koma Civakên Kurdistanê KCKê jî derbarê teqîna Stenbolê ya di 13ê Mijdara 2022an de daxuyaniyek nivîskî belav kir ku di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabn û 81 kes jî birîndar bûn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di vê daxuyaniyê de ragihandiye, ti pêwendiya wan bi teqînê re nîne û teqîn şermezar kir.

KCK dibêje, “Di teqîna ku di 13’ê Mijdara 2022’an de li ser Rêya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê pêk hat de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em gelekî xemgîn in ku di vê êrişê de mirovan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Em Tevgera Azadiyê ya Kurd em xemgîniya we diyar dikin û li ser navê tevgera xwe û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em ji gelê Tirkiyeyê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em vê êrişa ku bi awayekî tarî hatiye organîzekirin û bi awayekî eşkere siberoja demokratîk a gelên Tirkiyeyê dike hedef, bi tundî şermezar û nalet dikin.”

KCKê amaje bi daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel a ser bi PKKê ve kiriye ku têde ragihandibû ti têkiliya wan bi teqîna li Stenbolê re nîne û tekez kiriye, tevî wê yekê hikûmeta Tirkiyê û derdora wê bi israr hewl didin vê êrîşê bi PKKê ve girêbidin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Em careke din diyar dikin ku ti eleqeya Tevgera Azadiya Kurd bi vê êrişê re nîne.”

‘Rojava wek hedef tê nîşandan’

Piştî teqîna li kolana Îstiklal a Stenbolê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku fermana teqînê ji Kobanî hatiye û êrîşkar di ser Efrînê re derbasî Tirkiyê bûye.

Berpirsên hikûmeta ragihandine ku bikera sereke ya teqîna Stenbolê jineke bi navê Ehlam Ebeşîr e û ji Sûriyê ye. Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê jî da xuyakirin ku welatiya ji Sûriyê Ehlam Elbeşîr têkildarî êrîşê li xwe mukur hatiye û gotiye, ji aliyê YPGê ve weke îstixbarata taybet hatiye perwerdekirin.

KCK bi gotina, “Eşkere û li pêş çavan e ku AKP-MHP bi vê amadekariyê dixwaze Rojava bike hedef û ji bo karibe Rojava dagir bike bingehekê ava bike”, daxuyaniya xwe wiha berdewam dike: “Dema pêkhatina vê êrişê jî manîdar e. Di demekê de ku eşkere bû AKP-MHP çekên kîmyewî bi kar tîne û cenazeyên leşkeran dişewitîne, civaka Tirkiyeyê di nava pirsgirêkên giran ên aboriyê de ye, şerê li dijî Kurdan, sîstema olperest, çeteperest û mafyayê ketiye ber lêpirsînê û dengên ji bo daxwazên demokrasiyê bilind dibe, di demekê de ku piştgiriya civakê ya ji bo AKP-MHP'ê namîne ev êriş pêk hat. Pir eşkere ye ku ev yek ji bo berevajîkirina rojevê ye, ji bo jinûve birêxistinkirina pêvajoyeke tarî ye. Kengî dixwazin pêvajoyeke tarî bidin destpêkirin, hingî komkujî têne birêxistinkirin û Kurd têne sûcdarkirin. Ev êrişa li Taksîmê jî bi vê armancê hatiye kirin. Di vê mijarê de divê mirov hişyar bin.”

Di berdewamiya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê de tê gotin, “Bi zanebûn hewl didin ku êrişkar weke yeka ji Rojava yan jî Sûriyeyî nîşan bidin. Bi vî rengî dixwazin atmosferekê biafirînin. Êriş bi destê kê hatibe kirin, kesên ku tê gotin êriş kirine Kurd bin an jî ne Kurd bin, ti eleqeya xwe bi tevgera me re nîne, ti eleqeya xwe bi hêzên şoreşê yên Rojava re nîne. Ji xwe hêzên Rojava jî eşkere kirin ku ti pêwendiya wan bi vê êrişê re nîne.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag îro ragihand, têkildarî dosyeya teqîna Stenbolê 50 kes hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x