Li gor Ajansa Mezopotamyayê, bûyer şeva borî li gundê Saraçoglu ser bi bajarokê Karatay ê Konyayê çêbûye.
Malbata Kurd ji nişka ve dîtine ku agir bi kadîna wan ketiye û agir beşekî male jî şewitandiye. Malbata Şan dibêje, berê grûpeke Tirk gef li wan xwarine.
Erol Şan ku endamekî wê malbata Kurd e got: “Guman heye ku H.A. û M.E.A. ew kar kiribin. Ji ber berê gef li me xwarin û gotin; hevawayê malbata Dedeogullari we dikujin.”
Li gor Erol Şan, 160 ton ka şewitiye û agir zerar gihandiye beşekî mala wan jî.
Erol Şan diyar kir ku şer û nakokiya navbera wan li ser wê yekê ye ku ew herdû kes deyndarê kurê wî ne, deynê xwe nedane û mijar xistine qalibekî nîjadperestî.
“Em dixwazin bi rêya asayî pirsê çareser bikin”
Malbata Kurd da zanîn ku hewl didin bi rêya asayîşê mijarê yekalî bikin lê nizanin gelo tiştek bo wan tê kirin.
Heta niha ti belgeyeke tam bidest neketiye ka gelo wê grûpê kadîn şewitandiye yan na.
Berê çend caran alozî di navbera malbata Şan û wê grûpê de çêbûye ku tê gotin xizmayetî jî di navbera wan de heye. Sala 2021ê jî ketibûn ber êrîşê.
Bûyera Komkujiya Malbata Dedeogullari
Di 12ê Gulana 2021ê de hejmarek nijadperestên Tirk ên cîranê malbata Dedeogullari êrîşî malbatê kiribûn û endamên malbatê birîndar kiribûn.
Piştî êrîşa 12ê Gulana 2021ê kujerê bi navê Mehmet Altun roja 30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.
Malbata Dedeogullari, berî bi 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistanê çûne Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê bicîh bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.