Li Duzceyê lehiyê gundekî Kurdan da ber xwe: Içmeler ev 3 roj in di bin avê de ye

Li bajarê Duzceyê lehiyê gundekî Kurdan da ber xwe. Tîma Rûdawê li navçeya Golyaka ya Duzceyê xwe gihande Îçmelera gundê Kurdan ku lehî lê rabûbû. Ji 300 malên gund 50 mal ev 3 roj in di bin avê de mane. Her wiha zirar û ziyanekê zêde li 3 hezar hektar zeviyên çandiniyê ketiye.

12.07.2023, Çar - 10:08

Li Duzceyê lehiyê gundekî Kurdan da ber xwe: Içmeler ev 3 roj in di bin avê de ye
Nuçe Belav bike

Gundiyên zîyandîtî ji hikûmetê daxwaza alîkarî û tevdîrên hewce dikin, gundî her wiha dixwazin demildest vegerin malên xwe û çemê Melenê ku dibe sedema lehiyê bê îslehkirin da ku carek din lehî ranebe.

Li Duzceyê derdora 20 hezar donim zeviyên çandiniyê di bin lehiyê de mane. Bes li gundê Içmelerê 3 hezar donim erd ketiye bin avê. Gundî ji ber kêmasiya alîkariyan bi gilî û gazinc in, daxwaza wan ew e ku tedbîrên hewce bên wergirtin.

Barana gur ku di 8 û 9ê Tîrmehê de barî, bû sedema rabûna ava gola Eftenê û çemê Melenê li Duzceyê. Ava ku rabû bû sedema lehiyê û zevî û malên gundê Içmelerê da pêşiya xwe. Gundiyên ku rastî bobelata lehiyê hatin, bi şev xwe ji malên xwe avêtin derve! Havva Hidir jî yek ji zîyandîtiyên lehiyê ye ku niha nikare biçe mala xwe.

Zîyandîtiya lehiyê, Havva Hidir ji Rûdawê re got, “Barana ku roja şemiyê dest pê kir şeva yekşemê bû sedema lehîyê. Me hinek eşyayên xwe ji malê derxistin, lê hinek jê me nikaribû derxista. Yan bila li vir cihek din bidin me, yan jî bila çareyek ji vê rewşê re bibînin.”

Îsmaîl Çetinkaya yê 68 salî li gundê xwe cotkar e. Ew lehiya mezin a sala 1965an jî di 10 saliya xwe de li gundê xwe dîtiye. Ew dibêje ev 60 sal in ku ji 2-3 salan careke lehiyeke wiha radibe.

Îsmaîl Çetinkaya ku ji wê lehiyê jî zirar dîtiye, ji Rûdawê re ragihand: “Saet 4 û nîvê şeva Yekşemê edî lehî hat nav gund. Êdî hinek ji me bi romorkên traktoran eşyayên mala xwe bar kirin û ji malê derxistin. Ev çend roj in em 50 xane birçî ne, xwarina me nîne.”

Ev gundê Kurdan ji 300 malan pêk tê û lehî li taxa jêr 50 malan daye pêşiya xwe. Lê hemú zeviyên çandinî yên gundiyan di bin avê de mane. Gundî beşek kelûpelên xwe bi derfetên xwe ji bin avê derxistine, lê beşek eşyayê wan hêj li malan di bin avê de ne.

Zîyandîtiya lehiyê, Elmas Çetinkaya ji Rûdawê re axivî û got, “Her tişt çû. Mal çû, eşya çû. Ji ber ku motora min tunebû min nikaribû biçûya eşyayên xwe ji malê derxista.”

Halîl Eker, zîyandîtiyê lehiyê ji Rûdawê re got: “Dema lehî çêdibe an bobelatek din diqewime mala wan ava be wezîr tên serdana me û sozan didin me. Lê ew soz nayên cibicihkirin.”

Gola Efteniyê 6 km, Çemê Melenê jî 3 km ji gund dûr e. Gundî piranî garis, genim û pincar dajon, her wiha darên fistiqan jî li gund hene.

Samet Gürbüz, zîyandîtiyê lehiyê dibêje, “Dema sala par jî wiha lehî rabûbû; saziya binesaziya avê ya dewletê gotibû em ê çemê Melenê îsleh bikin. Beriya hilbijartinan ew kepçe anîn, lê tu xebat nekirin. 130 donim berhemên min ên çandiniyê zirar dît. Malên vê derê hemû bi metirsiya lehiyê dijîn.”

Mizgeft, dibistan û qursa Quranê jî di bin avê de maye. Gundiyèn ku malên wan di bin avê de mane bi şev li malên xizmên xwe dîmînin.

Tekane daxwaza gundiyan ew e ku ew demildest vegerin malên xwe û çemê Melenè bê îslehkirin da ku carek din lehî ranebe.

Li Duzceyê derdora 20 hezar donim zeviyên çandinî di bin lehiyê de mane. Bes li gundê Içmelerê 3 hezar donim ketiye bin avê. Gundî ji ber kêmasîya alîkariyan bi gilî û gazinc in, daxwaza wan ew e ku tevdîrên hewce bên wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:15:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x