Li Kayserî du erdhej li pey hev çêbûn

Li bajarê Kayserî yê Tirkiyê du erdhej li pey hev çêbûn. Li gor Rasathaneya Kandîllî, li navçeya Incesu demjimêr 14:47 deqe bi hêza 4.9 û demjimêr 14:53 deqe jî bi hêza 4.2 pile du erdhej çêbûne. Hat ragihandin ku li gelek bajaran hest bi erdhejê hatiye kirin.

07.03.2023, Sal - 13:45

Li Kayserî du erdhej li pey hev çêbûn
Nuçe Belav bike

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze erdhejên nû berdewam in. Rasathaneya Kandillî ragihand ku li navçeyên Saraycik û Încesu yê Kayseriyê du erdhej bi hêzên 4.9 û 4.2 pile çêbûne.

Erdheja demjimêr 14:47 deqe bi hêza 4.9 pile û kûrahiya wê 5 kîlometre bin erdê bûye. Erdheja demjimêr 14:53 deqe jî bi hêza 4.2 pile bûye. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) jî ragihand ku demjimêr 14:47 deqe li bajarokê Încesu erdhejek bi hêza 4.7 pile çêbûye û kûrahiya wê 12.8 kîlometre bin erdê ye.

Li gor AFADê, li Mereşa Bakurê Kurdistanê û Edene û Nevşehir ên Tirkiyê hest bi erdhejê hatiye kir. AFAD dibêje, li gor zanyariyên destpêkê heta niha tiştekî nerênî çênebûye. Piştî vê erdhejê demjimêr 14:48 deqe li bajarokê Hacilar erdhejeke din bi hêza 4.4 pile çêbûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Li gor AFADê, piştî erdheja duyem demjimêr 14:53 deqe li bajarokê Încesu jî erdhejek bi hêza 4.3 pile çêbûye û kûrahiya wê 6,95 kîlometre bin erdê bûye.

Roja 6ê Sibata 2023an erdhejek bi hêza 7.7 pile li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û bandor li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kir.

Li gor amarên fermî, heta niha 46 hezar û 104 kes li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha bi milyonan welatî jî derbider bûne û li hinek ji wan bajaran koçê destpê kiriye

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:04:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x