Li Mêrsinê 8 kes 'hinceta PKKê' hatin desteserkirin

Li parêzgeha Mêrsinê ya Tirkiyê, îro 6ê Çileya 2023ê bi "hinceta PKK/YPGê" 8 kes hatin desteserkirin.

06.01.2023, Cum - 08:57

Li Mêrsinê 8 kes 'hinceta PKKê' hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li Mêrsinê bi hinceta di nav baskên ciwanan ê rêxistinê de cih girtine derbarê A.G, C.A. û H.O û bi hinceta ku demên pêştir di nav YPGê de cih girtiye derbarê H.D. û bi hinceta li ser sosyal medyayê propagandaya “rêxistina terorê” kirine derbarê D.E., Y.Î., Î.B. û F.U. de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Îro serê sibehê tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Mêrsinê, ji bo desteserkirina 8 kesan bi beşdariya 115 polîsan dest bi operasyonê kir. Di operasyona ku dron jî hat bikaranîn polîs deriyên mala şikandin û çûn nav malan û 8 kes desteserkirin.

8 kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Mêrsinê hatin birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 475 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:20:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x