Li Mêrsînê bi hinceta 'di Newrozê de slogan avêtine' 11 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Mersinê ya Tirkiyê bi hinceta PKKê biryara desteserkirina 14 kesan hat dayîn û di encama operasyonê de 11 kes hatin desteserkirin.

14.07.2023, Cum - 05:49

Li Mêrsînê bi hinceta 'di Newrozê de slogan avêtine' 11 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan li parêzgeha Mersinê bi hinceta ku li Suriyê beşdarî çalakiyên leşkerî bûne û li navçeya Akdenizê ya heman parêzgehê jî di şahiya Newrozê de sloganên PKKê bilind kirine derbarê 14 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di vê çarçoveyê de tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê ser bi Rêveberiya Emnî ya parêzgehê 14ê Temûza 2023an bi ser malan de girtiye û di encama operasyonê de 11 kes hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan 3 kes li navnîşana wan nehatine dîtin û ji bo desteserkirina wan jî operasyon berdewam e.

Doh Pêncşemê jî li çend parêzgehan operasyon hatibû kirin û hejmarek endam û rêveberên HDPê bi hinceta PKKê hatibûn desteserkirin.

Li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKê operasyon berdewam in û di encam de hejmarek welatiyên Kurd, endam û rêveberên HDPê tên desteserkirin û cezakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:37:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x