Li peravên Bodrumê Alan Kurdî hat bîranîn

Li navçeya Bodrûm a Tirkiyê Alan Kurdî yê ji Kobaniyê hat bîranîn.

03.09.2022, Cts - 05:58

Li peravên Bodrumê Alan Kurdî hat bîranîn
Nuçe Belav bike

Alan Kurdî ji malbateke xelkê Kobanî bû û roja 2ê Îlona 2015an de cenazeyê wî li peravên navçeya Bodrumê ya Muglayê hatibû dîtin û yek ji dîmenên herî trajîk ên rewşa mirovatiyê tê dîtin.

Alan dema ku di rêka koçberiyê de tevî dayîk û birayekî xwe, canê xwe jidest da, 3 salî bû. Belema wan niqum dibe û canê xwe ji dest dide. Pêlên avê cenazeyê wî avêtibûn peravên Bodrûmê.

Her sal Alan Kurdî tê bîranîn û êdî bûye sembola cîhanî ya rewşa koçberiyê. Her îro li peravên Bodrumê hejmareke çalakvanên sivîl, geştiyar û xelkê wê deverê, ew cîhê ku bedenê biçûk ê Alan lê hatibû dîtin, bi gulan xemilandin û bi vê çalakiyê bîranîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:06:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x