Li gor zanyariyên hatine belavkirin, îro Çarşemê 14ê Hezîrana 2023an hêzên ewlekariya Tirkiyê di demjimêrên sibehê de li bajarê Tekîrdagê bi operasyonekê ser çend malan de girtin.
Di operasyonê de 5 kes bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin destserkirin.
Hat ragihandin ku beşek ji kesên destserkirî endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk (YSP) ne.
Kesên desterkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Tekîrdagê hatin birin û Dozgeriya Tekîrdagê jî derbarê dosyeyê de biryara nihênîbûnê da.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi taybet piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulenê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta endamtî û alîkariya PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.