Li Tekîrdagê bi hinceta PKKê 9 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyê bi hinceta “propagandeya PKKê” 9 kes hatin desteserkirin.

08.07.2023, Cts - 10:45

Li Tekîrdagê bi hinceta PKKê 9 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Doh 7ê Temûza 2023an li navçeyên Çorlu, Çerkezkoy û Kapakli yên ser bi parêzgeha Tekîrdagê tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a parêzgehê operasyonek kirin û di encam de bi hinceta propagandeya PKKê 9 kes hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan karûbarên yasayî yên kesên hatine desteserkirin berdewam in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmareke zêde ya endam û rêveberên HDPê û welatiyên Kurd bi hinceta PKKê tên desteserkirin û cezakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:26:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x