Maseya 6 partî nexşerêya xwe aşkere kir

Maseya 6 partiyên opozisyonê ku ji CHP, ÎYÎ Partî, DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Seadet û Partiya Demokrat pêk tê, “Metna Lihevkirina Polîtîkayên Hevbeş” ku bingeha sereke ya manîfestoya hilbijartinê û bernameya hikûmetê û berbijarê serokomariyê pêk tîne, aşkere kir, lê di naveroka wê de ti behsa Kurd û Elewiyan û mafên wan nekir.

30.01.2023, Pts - 14:08

Maseya 6 partî nexşerêya xwe aşkere kir
Nuçe Belav bike

Maseya 6 partiyan ku ji CHP, ÎYÎ Partî, DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Seadet û Partiya Demokrat pêk tê, bernameya xwe ya hikûmetê eşkere kir ku ji 9 serenavên bingehîn û nêzîka 2 hezar xalan pêk tê.

Di “Metna Polîtîkayên Hevbeş” de hat ragihandin ku piştî bibin desthilat dê “Suriyeyiyên di bin parastina demkî de” bo welatê wan bên vegerandin.

Di “Metna Polîtîkayên Hevbeş” a 6 partiyên opozisyonê de polîtîkayên koçê wiha hatine nivîsandin:

• Di serî de Serokatiya Îdareya Koçê hemû saziyên pêwendiya wan bi koçberan heye dê ji nû ve bên sererastkirin û bingeha rêveberî û karmendan bê bihêzkirin.

• Dê ligel welatên çavkaniya koçêr Rêkeftinên Paşdevegerandinê bên kirin.

• Rê nayê dayîn ku Tirkiye bibe “welatekî tampon”.

• Dê li ser sînoran kûleyên elektro optîk, sîstemên ronîkirinê, kamerayên çavdêriyê yên şevê, balafirên esmanî yên bêmirov, sîstemên evlehiyê û dema pêwîst bike dîwar bê danîn û bi ti awayî rê bo derbasbûnên bi qaçax nayê dayîn.

• Dê navendên paşd vegerandinê û kapasîteyên wan bên zêdekirin.

• Dê dayîna welatîbûna Tirkiyê li hember kirîna milk, senedên deyn ên dewletê yan vekirina hesabên pereyên biyanî û xanenîşînbûna kesayetî bê rawestandin.

• Dê destûr neyê dayîn ku koçber li asta tax, navçe û bajaran bi awayekî bê kontrol zêde kom bibin.

• Dê Sûriyeyiyên di bin parastina demkî de li gor hiqûqa navxwe û navdewletî bi awayekî ewle di demeke herî kurt de bo welatê wan bên vegerandin.

“Metna Polîtîkayên Hevbeş” a 6 partiyên opozisyonê ji 244 rûpelan, ji 9 sernavên sereke, 75 jêrsernav û zêdetirî 2 hezar û 300 sozan pêk tê.

Di wê metna hevbeş de, di bin sernavên wek "Hiqûq, Edalet û Dadwerî", "Rêveberiya Giştî", "Têkoşîna li dijî gendeliyê, şefafiyet û kontrol", "Aborî, darayî û kar", "Zanist, lêkolîn, nûjenî, karsazî û veguherîna dîjîtal", "Polîtîkayên sektorê" , "Perwerde û Hînkirin", "Polîtîkayên Civakî", "Polîtîkayên Derve", "Parastin, Ewlekarî û Koçberiyê" de polîtîkayên wan aliyan hatiye diyarkirin.

Di Metna Polîtîkayên Hevbeş de ku weke "nexşeya rê" tê binavkirin, bi ti awayî tenê bi peyvekê jî behsa Kurd û Elewiyan nehatiye kirin.

Derbarê Kurdî û perwerdeya bi zimanê zikmakî de tenê di beşa çandê de ew yek hatiye gotin: “Emê Qanûna Berhemên Rewşenbîrî û Hunerî ya bi hejmara 5846’an û yasaya duyemîn a girêdayî wê bi têgihiştineke ku dê astengiyên li pêşiya azadiya derbirrîna hunerî ji holê rake, binirxînin. Em dê di zagon û rêziknameyên têkildar de madeyên ku pêşî li hilberîna çand û hunerî ya bi zimanê dayikê digirin, bi awayekî ku wan ji îfadeyên nezelal paqij bike û ji destdirêjiyê re vekirî nebe birêkûpêk bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 392 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:37:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x