Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu berî çend rojan di bernameyeke televîzyonî de behsa tawan û komkûjiyên artêşa Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê kiribû.
Sezgîn Tanrikulu diyar kiribû ku tawanên artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan hatine piştrastkirin.
Tanrikulu ji wê demê ve bûye armanca rexneyên desthilat û beşeke opozîsyona Tirkiyeyê.
Komeleya Hevkariyê ya Mafên Mirov û Mezlûman (MAZLUMDER) bi daxuyaniyekê piştgirî da Sezgîn Tanrikulu û ragihand:
“Gotinên Sezgîn Tanrikulu di çarçoveya azadiya raderbirînê de ne.”
“Parêzbendiya ti saziyekê nîne”
MAZLUMDERê di daxuyaniya xwe de herwiha anî ziman:
“Ti saziyek ji rexneyê ne azad e. Gotinên Tanrikulu serdemeke dîroka Tirkiyeyê nîşan dide. Gotinên bi vî awayî di demên cuda de ji aliyê kes û saziyên cuda hatine gotin.
Ti saziyek ji rexneyê ne azad e û parêzbendiya ti saziyekê nîne. Erka desthilatê ne ew e ku beşdarî kampanyaya lîncê bibe, berovajî vê divê ji bo dabînkirina vî mafî ji hemû kesan re derfetê saz bike.
Daxuyaniyên berpirsên bilind ên dewletê zerarê dide mafê darizandina dadmend.
Mînakên binpêkirina azadiya raderbirînê di demên dawî de zêde bûne. Di dewleteke hiqûqê de ku rêz li mafê mirovan tê girtin ti kes û sazî ne li derveyî rexneyê ne.”
MAZLUMDERê destnîşan kir ku ew êrîşên sîstematîk ên li dijî azadiya raderbirînê şermezar dikin.