Navê HEDEPê nehatibû qebûlkirin, partiyê biryar da

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Doganê ragihand ku navê dirêj ê partiya wan nayê guhertin û tenê kurtkirina navê wê tê guhertin.

24.11.2023, Cum - 12:55

Navê HEDEPê nehatibû qebûlkirin, partiyê biryar da
Nuçe Belav bike

Partiya Çepên Kesk, navê xwe kiribû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Lê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê doh bi hinceta ku “HEDEP, HADEPê bi bîr tîne” ev kurtkirin qebûl nekir.

"Hîn nav diyar nebûye"

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Doganê ji Rûdawê re ragihand ku navê dirêj ê partiya wan naguhere, tenê kurtkirina navê wê tê guhertin û got:

"Ji bo diyarkirina navê kurt ê partiyê hinek pêşniyarên me hene lê hîn nav diyar nebûye.”

Ayşegul Doganê herwiha derbarê mijarê de li Parlamentoya Tirkiyeyê jî daxuyaniyek da çapameniyê.

Doganê ameje bi hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an da û diyar kir ji bo ku metirsî li ser partiya wan çênebe ew dê daxwazên guhertina nav ên Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê bi cih bînin.

Herwiha Doganê ragihand ku tenê dê navê kurtkirî (HEDEP) yê partiya xwe biguherin û navê dirêj yê partiya wan wate Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan dê wekî xwe bimîne.

“Tenê navê me yê kurtkirî HEDEP dê bê guhertin”

Ayşegul Doganê got, “Ji bo ku em berî hilbijartinên xwecihî ti rîskekê wernegirin, me derbarê mijarê de xebatên xwe dane destpêkirin.

Dê li gorî wan madeyên ku tên xwestin hinek guherîn bên kirin. Ev tenê dê li gorî sînorên ku Dadgeha Bilind daxwaz kirine bin.

Ji bilî wê ti guherînek nayê kirin û em dê vê di demeke kurt de bikin. Xebatên li ser navê nû yê kurt ê partiyê berdewam in.

Navê dirêj ê partiya me ku Partiya Wekjevî û Demokrasiyê ya Gelan e nayê guhertin.

Tenê navê me yê kurtkirî HEDEP dê bê guhertin.”

“Eger di dema diyarkirî de nav neyê guhertin dê doza girtinê bê vekirin”

Doganê ragihand ku Dadegeha Bilind a Tirkiyeyê ya ji bilî guhertina nav li ser guhertina rêziknameya partiyê de jî çend daxwaz ji wan kirine û wiha pê de çû:

“Em li vê derê bi bîr bixin, jixwe HADEP hatibû girtin. Ji ber wê jî ne pêkan e ku ev her du partiyên siyasî bên tevlîhevkirin.

Dibin û tînin behsa doza girtinê ya HADEPê dikin û dixwazin em nave xwe biguherin.

Herwiha dozgerî dibêje eger di nava wê dema ku me diyar kiriye karên pêwîst nekin, bi vekirina dozê li Dadgeha Destûrê gefan li me dixwin.

Herwiha ji bilî îtîraza navê HEDEPê dixwaze em derbarê rêziknameya partiyê de jî hinek guherînan bikin.”

“Di biryara girtina HADEPê de Tirkiye neheq hat dîtin”

Berdevka HEDEPê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser cudahiyên di navbera HADEP û HEDEPê de û got:

“Ez careke din ji bo kesên ku nizanin tekez dikim, di biryara girtina HADEPê de Tirkiye neheq hat dîtin û hat mehkûmkirin.

Helbet em wê nerîta ku em jê hatine înkar nakin lê yên ku ev biryar daye û ev îtiraz li dijî me kiriye bi başî dizanin ku HADEP û HEDEP ne heman tişt in, ne bi bername û ne jî bi rêzikname û awayê xwe yê damezrandinê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:31:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x