Nebûna Kurdî di sîstema E-Reçetemê de: Fahrettin Koca daxuyanî da

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku 5 zimanên biyanî yên Îngilizî, Erebî, Fransî, Almanî û Rûsî ji bo geştyar û nexweşên biyanî li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin.

29.08.2023, Sal - 07:18

Nebûna Kurdî di sîstema E-Reçetemê de: Fahrettin Koca daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Fahrettin Koca duh li ser hesaba xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê zêde kirine. Nebûna zimanê Kurdî di nav wan 5 zimanên ku li ser sîstema reçeteya elektronîk hatine zêdekirin, bû sedema nerazîbûnan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca piştî nerazîbûnan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê vê mijarê de peyameke nû belav kir. Koca ragihand ku ew 5 ziman ji bo nexweşên biyanî û geştyaran hatine zêdekirin û got: “Ji bo nexweşên li navxweya Tirkiyeyê jî zimanê Tirkî hatiye hilbijartin. Ji bo welatiyên Tirkiyê tenê bi Tirkî xizmet heye.”

Koca di peyama xwe de diyar kir ku ji bo geştyar û nexweşên biyanî pêdivî bi wê yekê hatiye dîtin ku ev 5 ziman li sîstema e-Reçetemê bên zêdekirin û got: “Ji bo welatiyên me reçete bi van zimanan nayên nivîsîn. Dema welatiyên me bi hejmara xwe ya welatîbûnê bikevin nav sîstemê tenê dikarin bi zimanê Tirkî xizmetê werbigirin.”

Herwiha got: “Hinek nexweş li Tirkiyê pişkînîn dibin û dermanên xwe li welatên xwe dabîn dikin. Zêdekirina 5 zimanan li sîstema e-Reçetemê ji ber pêdiviyeke serkeftinên me yên di qada tendirustiya navdewletî de ye.”

Îro 55 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk (YSP) pêşniyarpirsek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kirin. Di wê pêşniyarpirsê de parlamenterên YSPê ji Koca sedemên nebûna zimanê Kurdî pirsîbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 735 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:52:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x