Nîqaşa ‘eyalet, xweserî û federasyonê' li Parlamentoya Tirkiyeyê

Li Parlamentoya Tirkiyeyê di navbera Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û Wekîlê Serokê Grûpa CHPyê Alî Mahîr Başarir de li ser “xweserî û federalîzmê” nîqaşeke gur rû da.

26.12.2023, Sal - 13:39

Nîqaşa ‘eyalet, xweserî û federasyonê' li Parlamentoya Tirkiyeyê
Nuçe Belav bike

Zekeriya Yapicioglu li ser budceyê axivî û ji bo Kurdan behsa modelên îdarî yên wekî eyalet, xweserî û federasyonê kir.

“Dibêje ‘Navê wê derê Kurdistan e’”

Piştî axaftinên wî, Alî Mahîr Başarir berê xwe da Yapicioglu û got:

“Ev heval dibêje, ‘Sîstema eyaletan, xweserî û federasyon jî di nav de divê em karibin li ser tevên modelan bi azadî nîqaşan bikin.’

Ev heval dibêje, Ez gotina ‘Xwezî bi dilê yê ku bibêje ez Tirk im’ qebûl nakim. Dibêje ‘Navê wê derê Kurdistan e.’”

Alî Mahîr Başarir, piştre berê xwe da parlamenterên MHPyê û got:

“Ma hûn şerm nakin? Hûn neteweperestên çawa ne? Dema kesekî ku li başûrrojhilatê xweseriyê dixwaze û pesnê kujerên Gaffar Okan dide budceyê diparêze hûn xemgîn nabin?

Hûn xemgîn nabin helbet, hûn neteweperweriyê û welatperweriyê li gorî demê û cih diyar dikin. Ez şerm û fihêt dikim.

“Hezkirina we ya welêt HUDA PAR e!”

Hezkirina we ya welêt HUDA PAR e! Hestûyên Gaffar Okan diêşin, hûn behsa hezkirina netewe û welat mekin, Hezkirina we ya welêt HUDA PAR e!”

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bersiv da Başarir û got, “Em efendîbûna xwe xera nakin” û berdewam kir:

“Êrişên li beramberî me ne nû ne, dema hilbijartinan jî hebûn. Hat gotin ku ‘Em sondê naxwin, em dijminên jinan in, em kujer in’. Gel derxist holê ku ev hemû derew in.

Yapicioglu, piştî berteka parlamenterên CHPyê îsa berê xwe da wan û got, “Bi hedê xwe zanibin, rûnin cihê xwe, em efendîbûna xwe xera nakin.”

“Divê li ser van modelan nîqaş bên kirin”

Zekeriya Yapicioglu li ser gotinên “HUDA PAR, xweserî û federasyonê diparêze” bernameya partiya xwe xwend û got:

“Ez bernameyê dixwînim. Em dibêjin ‘Divê bi awayekî azad nîqaş li ser modelên wekî sîstema eyaletan, xweserî û fedarasyonê bên kirin.’

Eger hûn tiştên ku dixwînin fêhm nakin wê demê li vê derê rûnenin. Eger hûn fêhm dikin lê berovajî dikin, ez wê demê tiştekî nabêjim. Hûn wî tiştî dikin ku li we tê.”

“Li vî welatî çi îlan dikin?”

Wekîlê Serokê Grûpa CHPyê Alî Mahîr Başarir piştî van axaftinan dîsa mafê axaftinê wergirt û got:

“Min eynî ji ber van tiştan bangî grûpên MHP û AK Partiyê kir. Kesên ku van axaftinan dikin li vî welatî çi îlan dikin?

Dihêlin ku ev begefendî budceyê biparêze. Ez ji ber vê şerm dikim?”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x