Ozgur Ozel: Bi qeyûman Kurd tên cezakirin

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku tayînkirina qeyûman pirsgirêkeke cidî ye û bi rêya qeyûman Kurd tên cezakirin.

07.11.2024, Per - 10:00

Ozgur Ozel: Bi qeyûman Kurd tên cezakirin
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel pirsên rojnameger Ugur Dundar ên derbarê rojevê bersivandin ku yek ji wan tekîldarî tayînkirina qeyûman bû.

“Armanc cezakirina dengderên Kurd e”

Ozgur Ozel amaje bi wê yekê kir ku li Tirkiyeyê ev 80 sal in xelk bi dengên xwe serokên şaredariyê hildibijêre û ew biryarê didin bê dê kî bajarê wan îdare bike û got:

“Dema CHP derbasî rejima pirpartîbûnê bû dengderên her bajarî bi rikeberiyekê birêvebiriyên bajarên xwe hilbijartin.

Ti demê tiştekî wiha nehatiye kirin û kesî tenezûl jî nekiriye.

Lê niha ev desthilat şaredariyên ku nikariye bi hilbijartinê bistîne bi rêya danîna qeyûman werdigire.

Armanca desthilatê cezakirina dengderên Kurd e ku dengên xwe nedane wan.”

“Plana me ya ji bo Stenbolê amade ye”

Ozel derbare îhtimala li ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê jî qeyûm bê danîn amaje bi wê yekê kir ku plana wan amade ye û wiha got:

“Ez qet pêşniyar nakim ew qeyûm deynin ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

Me demeke dirêj li ser vê yekê lêkolîn kirine û me diyar kiriye ka em dê çi bikin.

Ji deqiqeya ewil ve em dê çi bikin, partî dê çi bike, parêzgeh dê çi bike, parêzgehên din dê çi bikin, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê çi bike, Ekrem Bey dê çi bike, bi qasî 4 hefteyan roj bi roj, deqe bi deqe hatiye amadekirin.”

Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn bi hinceta “endamtiya PKKyê” ji aliyê dadgehê ve hat girtin û li şûna wî qeyûm hat danîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x