Perînçek: Bihevrebûna Tirkiye, Sûriye, Îran, Îraq û Rûsyayê rê li ber avabûna Kurdistanê girt

Dogu Perînçek got, Bihevrebûna Tirkiye, Sûriye, Îran, Îraq û Rûsyaya rê li ber vê yekê girt dewleteke bi navê Kurdistanê were avakirin.”

26.12.2023, Sal - 07:26

Perînçek: Bihevrebûna Tirkiye, Sûriye, Îran, Îraq û Rûsyayê rê li ber avabûna Kurdistanê girt
Nuçe Belav bike

Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek, li Tehranê beşdarî konferanseke li ser Filistînê bû û di axaftina xwe de pesnê êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşînê ya bi navê “Tofana Eqsayê” da.

Li gorî nûçeya Aydinlikê, Perînçek angaşt kiriye ku Amerîka û Îsraîlê Filistîn mecbûrî şer kiriye û wan xwe ji bo şer amade dikir lê “Hemasê derba ewil li wan xistiye” û got:

“Şerê dewlet û xelkê Filistînê şerê mirovhiyê ye. Ne tenê şerê Ereb û Misilmanan e, şerê mirovên ji her netewe û dînî herwiha tevên dewletan e ku serxwebûnê dixwazin.”

“Aştî bi hêzê tê bidestxistin”

Perînçek herwiha got, “Tirkiye, Sûriye, Îran, Îraq û Rûsya dikarin rêxistinên terorî yên sexte yên Îslamî ku li bakurê Sûriye û Îraqê ne, bi tevgereka hevpar a çekdar bê bandor bikin.

Ev yek dê eniyeke nû veke û ji bo şerê bi Ukraynayê re hêzê bide Rûsyayê û serkeftina wê misoger bike. Rêya nehiştina mezinbûna şer ev e. Aştî bi hêzê tê bidestxistin.”

Dogu Perînçek di axaftina xwe de behsa Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê kir ku Îlona 2017an hat kirin.

“Bihevrebûna Tirkiye, Sûriye, Îran, Îraq û Rûsyayê rê li ber avabûna Kurdistanê girt”

Perînçek li ser Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê got:

“Bihevrebûna Tirkiye, Sûriye, Îran, Îraq û Rûsyaya rê li ber vê yekê girt ku Îlona 2017an li Rojhilata Navînê dewleteke duyem a Îsraîlê ya bi navê Kurdistanê were avakirin û vê yekê modeleke aştiyê pêk aniye.

Ez wê demê li Tehranê bûn û xebatên me yên bi Elî Ekber Welayetî re encamên berhembêr anîn bi xwe re. Ew model îro jî derbasdar e.”

Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê

Partiyên Kurdan 7ê Hezîrana 2017an li Hewlêrê bi pêşengiya Serok Barzanî civiyan û ji bo Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, 25ê Îlona 2017an hat detnîşankirin.

Referandûm li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Ji xelkê pirsa “Hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û deverên li derveyî îdareya wê serbixwe bin?” hat kirin.

Derdora 3 milyon û 305 kesan beşdarî referandûmê bûn û ji sedî 93yên wan got “Erê” lê dewletên wekî Tirkiye, Îraq û Îranê li dijî ve referandûmê derketin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x