Piştî karvedanan Demîrtaş Kurdî li malpera xwe zêde kir

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, piştî karvedanan zimanê Kurdî jî li malpera xwe ya bi 4 zimanan zêde kir ku ji bo wergirtina pêşniyarên xelkê vekiribû.

06.01.2023, Cum - 06:49

Piştî karvedanan Demîrtaş Kurdî li malpera xwe zêde kir
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, roja 2 Çileya 2023ê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku beşa şandina peyaman bo malpera wî hatiye zêdekirin û gotibû: “Hûn dikarin pêşniyarên xwe ji vir binivîsînin. Kesên dixwazin bi berfirehî binivîsînin jî bila ji vir binivîsînin: https://demirtasinfo.com/tr/mesaj-gonder. Dê hemû nêrînên we ji aliyê parêzerên min ve bo min bêne gihandin û bila gumana we nebe, ku ez ê bi hûrgilî binirxînim. Em destpê dikin, qewet be. Rêya we, rêya me vekirî be.”

Malpera Demirtaş bi zimanên Tirki, Îngilîzî, Almanî û Fransî hatibû vekirin û cih nedabû zimanê Kurdî. Nebûna zimanê Kurdî di malpera Demirtaş de li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnan hatibû û bibû sedema karvedan.

Piştî karvedanan îro roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an zimanê Kurdî jî li ser malpera Demîrtaş hat zêdekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:13:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x