ompanya Lêkolînan a Alf ji hilbijêrên jin pirsî, “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin dengê xwe didin kîjan partiyê?”. Li gor rapirsiyê, AKPê rêza yekem ji dest da û MHP di jêr bendê de dimîne. Tifaqa Millet bi pêş Tifaqa Cumhur ketiye û HDP bendê derbas dike.
Kompanyayên rapirsiyan di meha yekem a 2023an de li ser ragihandina encamên rapirsiyên xwe berdewam in.
Kompanya Lêkolînan a Alf encamên rapirsiya xwe ya ku di 5-8ê Çileya 2023an ligel 1560 jinan kiriye, eşkere kirin.Li gor rapirsiyê, Tifaqa Millet ji sedî 48ê dengan bidest dixe û dengên Tifaqa Cumhur ji sedî 30.6 in.
Li gor rapirsiya ku ligel jinan hatiye kirin rêjeya dengên partiyan wiha ye:
CHP: sedî 29,2
AKP: sedî 26,5
ÎYÎ Partî: sedî 18,8
HDP: sedî 7,4
MHP: sedî 4,1
Partiya DEVA: sedî 3,2
Partiya Guhertina Tirkiyê: sedî 2,5
Partiya Pêşerojê: sedî 2,0
Partiya Memleket: sedî 1,2
Partiya Jinûve Refah: sedî 1,1
Partiya Seadetê: sedî 1,0
Yên din: sedî 3,0