Hat ragihandin ku Serokê MITê Hakan Fîdan di hefteyên dawî de li Şamê bi hemtayê xwe yê Sûrî Elî Memlûk re gelek hevdîtin kirine.
Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan di hefteyên dawî de serdana Şamê kiriye û bi Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk re gelek hevdîtin kirine.
Di nûçeya Orhan Coşkun û Leyla Bassam a ku xwe dispêre çavkaniyên Tirkiyê û herêmî, hate gotin ku herî dawî her du rayedarên îstîxbaratî di ve hefteyê de li Şamê civiyane.